Nêzîka 20 koçber di nav Derya Spî de canê xwe ji dest dan

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tunis Deryaya Navîn Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herî kêm 19 koçberên Efrîqî dema hewl didan di Derya Spî re derbas bibin, li nêzîkê peravên Tunisê canê xwe ji dest dan.

Roja Yekşemê 26ê Adara 2023an, yek ji berpirsên Rêxistina Mafên Aborî û Civakî ya Tunisê bi navê Remezan Bin Umer ragihand ku belemeke koçberan dema hewl dida xwe bighîne Îtalyayê li nêzîkê peravên Tunisê binav bûye û di encamp de herî kêm 19 koçberan canê xwe ji dest dane.

Remezan dibêje, tîmên ser bi zêrevanên peravên Tunisê pênc kes li nêzîkê peravên bajarê Mehdiye yê rojhilatê welat rizgar kirine ku ji bajarê Sefaqis ê başûrê bajarê Mehdiye ketibûn rê.

Ji xeynî vê belemê, di çar rojên borî de, pênc belemên din ên koçberan li nêzîkê peravên bajarê Sefaqis ê Tunisê binav bûne û 9 kesan canê xwe ji dest dane û 67 koçberên din jî wenda ne.

Zêrevanên peravên Tunisê dibêjin, di dema çar rojên derbasbûyî de, rê li ber 80ê belemên koçberan girtine ku ji wî welatî ber bi Îtalyayê ketibûn rê û zêdeyî 3 hezar koçber desteser kirine ku welatiyên navçeya Sehara ya Efrîqayê bûn.

Ev bûyer di demekê de ye ku dema dawî hejmareke berçav a koçberan bi rêya Tunis û Derya Spî ji welatên Efrîqayê xwe gihandine Îtalyayê, ew welatê ku tedbîrên dijwar li beramber koçberan wergirtine.

Li gor amarên Îtalyayê, ji destpêka îsal ve herî kêm 17 hezar û 500 koçber bi rêya Derya Spî çûne wî welatî. Li gor Neteweyên Yekbûyî jî, 12 hezar ji wan kesên ji destpêka îsal ve gehiştine Îtalyayê ji Tunisê geşt kirine. Ev jî di demekê de ye ku hejmar di heman dema sala borî de hezar û 300 koçber bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst