Almanya - Koçberî bûye mijareke germ a bangeşeyên hilbijartinê

26-01-2025
Hêmin Ebdullah
Pankartên hilbijartginan Wêne: Florian Gaul
Pankartên hilbijartginan Wêne: Florian Gaul
Nîşan Almanya Hilbijartin Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê bi nêzikbûna parlamentoyê re koçberî bûye mijareke germ a bangeşeyên hilbijartinê.

Li Almanyayê dê 23yê Sibata 2025an hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal bên kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê heta niha 10 Kurdan ji partiyên cuda xwe kirine namzed.

Bangeşeyên hilbijartinê yên partiyên siyasî dest pê kiriye û her ku diçe tundtir dibe.

Yek ji wan mijarên ku di van hilbijartinan de girîngiyeke mezin pê tê dayîn siyaseta koçberiyê ye.

Partiyên Almanyayê rikberiya hev dikin ka kî dê zêdetir li ser tundkirina siyaseta koçberiyê pêdagir be.

Vê hefteyê ciwanekî koçber ê ji Efxanistanê bi êrişeke li ser zarok û mezinan, nîqaşên li ser siyaseta koçberiyê germtir kirin.

Wî ciwanî li bajarê Aschaffburgê zarokekî 2 salî û zilamekî 41 salî kuştin.

Her wiha 3 kes jî birîndar kirin ku yek ji wan zarokekî din ê 2 salî bû. Her du zarok jî bi esil koçber bûn.

Vê yekê wer kiriye ku li seranserê Almanyayê guvaş zêdetir bibin da ku hikûmeta bê ya Almanyayê rêkarên tundtir ji bo hatina koçberan wergire.

Li gorî amarên herî nû yên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, sala 2024an hewl hatiye dayîn ku kêmtirîn koçberên bitemen sûdê ji yasayên anîna endamên malbatê ji aliyê koçberên xwedî mafê mayînê ve wergirin.

Loma jî ji tomeriya 12 hezar kesên ku hatine cem malbatên xwe yên li Almanyayê, ji sedî 61ê wan zarok bûn ku dike 7 hezar û 300 zarok.

Her wiha 1500 dê û bav hatine Almanyayê ku zarokên wan di bin 18 salî de bûn û berê gihiştibûn Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst