Barbara Leaf: Paşerojeke ronî li pêşiya Herêma Kurdistanê ye

25-09-2024
Diyar Kurde
Barbara A. Leaf / Wêne: Rûdaw
Barbara A. Leaf / Wêne: Rûdaw
Nîşan Barbara A. Leaf Hilbijartin Demokrasî Herêma Kurdistanê
A+ A-

New York (Rûdaw) – Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Barbara A. Leafê got, “Eger Herêma Kurdistanê pêbendî demokrasiyê be paşerojeke ronî li pêşiyê ye.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk Barbara A. Leaf jî ji Diyar Kurde re axivî.

Barbara A. Leaf ji bo bipêşketina Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got:

“Eger Herêma Kurdistanê pêbendî demokrasiyê be û rêya demokrasiyê hilbijêrê paşerojeke ronî li pêşiya gelê wê ye.

Ez ji bo gelê Kurdistanê tiştê herî baş hêvî dikim.”

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê doh bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro (25ê Îlonê) dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst