Hema Hisên: Penaberên Kurd ji hilbijartinên Awisturyayê ditirsin

çirke berê
Hêmin Ebdullah
Mijara koçberan li Awisturyayê rojeveke germ e
Mijara koçberan li Awisturyayê rojeveke germ e
Nîşan Awisturya Hilbijartin Diyaspora Kurd
A+ A-

Viyana (Rûdaw) – Pisporê Karûbarên Civakî Hema Hisênê got ku vê carê penaberên Kurd ji hilbijartinên parlamentoya Awisturyayê ditirsin ku aliyê rastgir bi ser bikeve.

Mijareke sereke ya bangeşeyên hilbijartina parlamentoya Awisturyayê mijara koçberan e.

Partiya Sosyal Demokratan a Awisturyayê her tim piştgirî daye koçberan û mafê mayîn û jiyanê daye wan lê belê rastgir berevajî vê yekê ne.

Rastgir dixwazin rê li ber koçberan bê girtin

Rastgirên wî welatî di wê baweriyê de ne ku koçberan welatên têk daye û ew dixwazin pêşî li mayîna koçberan were girtin.

Niha ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 6 di bin kontrola rastgiran de ne û tê payîn ku di hilbijartinên pêş de çar welatên din bikevin bin kontrola rastgiran.

Yek ji van Awisturya ye û ev yek jî  dê hêza rastgira li Parlamentoya Ewropayê xurt bike.

Li Awisturyayê sala 2022an bi qasî 120 hezar koçberan serî li mafê mayîna dabû û par bi qasî 60 hezar koçberan serî li mafê mayînê dabû.

Pisporê Karûbarên Civakî Hema Hisên û Leyla Berwariya ku piştevaniya  koçberan dike, bûn mêvan bernameya Diyasporayê ya Hêmin Ebdulah pêşkeş dike.

Her mêvanan bandora koçberan a li ser hilbijartinên Awisturyayê kir.

“Medyaya Awisturyayê roleke xirab lîst”

Di destpêkê de Hêma Hisênê diyar kir ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê 3 siyasetmedarên Kurd bûne namzed.

Hêma Hisênê da zanîn ku penaberên Kurd ji hilbijartinan ditirsin û ji bo ku ew tirs nemîne divê deng bidin wan namzedan û metirsiyan nehêlin.

Hêma Hisênê tekez kir ku ne tenê penaberên li Awisturyayê lê rêxistinên penaberan ên Awisturyayê jî ditirsin ku rastgir di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.

Li gorî gotina Hêma Hisênê heta penaberên li Awisturyayê heta mafê mayînê bi dest nexe nikare li wî welatî kar bike.

 Malbata Leylan Berwarî jî yek ji wan malbatên Kurd ên herî kevn ên Awisturyayê ye. 

Malbata wê ji Başûrê Kurdistanê çûye Awisturyayê.

Leylan Berwarî 9 sal in di warê penaberiyê de kar dike.

Leylan Berwariyê behsa pirsgirêka penaberan kir û wiha got:

“Min gelekî alîkariya penaberan kir. Medyaya Awisturyayê di warê pirsgirêka penaberan de roleke xirab lîst.

Ev jî bûye sedem ku xelkê Awisturyayê deng bidin rastgiran û rê li ber penaberan bigirin.”

Leylan Berwariyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku li Ewropayê hejmara rastgiran zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst