Amerîka bi merc operasyoneke leşkerî ya li Refehê erê dike

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Refah Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan ragihand ku wan ji rayedarên Îsraîlî re bi eşkere gotiye ku heta ew li Refehê planeke ku sivîlan biparêze nebînin ew "operasyona leşkerî" naxwazin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan bi NBC û CNN re hevpeyvînek kir.

Jake Sullivan diyar kir ku ji bo parastina sivîlên li Refehê ji Serokê Amerîkayê Joe Beden re planek nehatiye pêşkêşkirin û got:

"Em behsa milyonek kesî dikin ku ew ji ber operasyonên li herêmên din ên Xezeyê li vê herêma biçûk hatine dorpêçkirin. Di heman demê de hemû pergala alîkariya mirovî jî li vir e." 

Sullivan da zanîn ku wan di hemû hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Îsraîlî re eşkere gotiye ku li Refahê heta planeke parastina sivîlan, ewlehî, xwarin, cil û berg û stargeh pêk neyê ew li vir "operasyona leşkerî" naxwazin.

Li ser pirsa gelo îhtimal heye ku Biden heta planê nebîne firotina çekan ji Îsraîlê re dikare rawestîne? Sullivan got:

“Ez naxwazim texmînan bike, me bi zelalî nêrînên xwe ji Îsraîlê re gotiye û em li bendê ne ku Tel Avîv di vê çarçoveyê de li me vegere.”

Sullivan herwiha diyar kir ku ew dê derbarê hevdîtinên li Parîsê yên di navbera Amerîka, Îsraîl, Misir û Qeterê hatin kirin de hûrgiliyan nebêje lê ji bo pevguhertina girtiyan û rawestandina şer nêrîneke giştî pêk hatiye.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî di heman demê de eşkere kir rayedarên Misirê û Hemasê dê li Qeterê hevdîtinên din pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst