Biden ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn vegeriya Koşka Spî

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koşka Spî ragihand ku Serok Amerîkayê Joe Biden ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn sefera xwe ya eyaleta Delawareyê betal kir û vegeriya Washingtonê.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn sefer û betlaneya xwe ya heftane ya li eyaleta Delawareyê betal kir.

Koşka Spî da zanîn ku Joe Biden vegeriya Washingtonê. 

Herwiha Koşka Spî eşkere kir ku Joe Biden dê bi tîma ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê re bicive û rewşa ewlehiyê û aloziyên li Rojhilata Navîn bi wan re gotûbêj bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh jî hişyarî dabû Îranê û gotibû:

“Em pabend in ji bo parastina Îsraîlê û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin ku Îran bi ser nekeve.

Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne. Îran dê her êrişî Îsraîlê bike.”

Biden herwiha bangî Îranê kiribû ku êriş neke.

“Em dê bi Îsraîlê re li dijî Îranê bisekinin”

Pentagonê jî li ser aloziyên li Rojhilata Navîn di daxuyaniyekê de got:

“Îro Wezîrê Parastinê Loyd Austin, bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yuav Galant re axivî.

Di pêwendiyê de aloziya li herêmê û gefên li ser Îsraîlê hatin gotûbêjkirin û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê dupat kir."

Herwiha Pentagonê da zanîn ku Loyd Austin ji Galant re gotiye “Amerîka dê li gel Îsraîlê mil bi mil ji bo parastina Îsraîlê li dijî her êrişeke Îranê yan jî hêzên ser bi yên Îranê bisekine.”

Îranê dest danî ser keştiyekê

Îranê dest daniye ser keştiya barhilgir a bi Alaya Portekîzê ku tê îdiakirin girêdayî Îsraîlê ye.

Li gorî rapora ajansa Tesnîmê, Hêzên deryayî yên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danî ser keştiyeke barhilgir ku îdia dikin pêwendiya wê bi Îsraîlê re heye.

Hat îdiakirin ku keştiya bi Alaya Portekîzî ya bi navê MSC Aries a karsazê Îsraîlî Eyal Ofelê xwediyê kompanyaya Zodiac Maritimeyê ye û navenda wê li Londonê ye.

“Em ji dijminatiya Îranê re amade ne”

Li aliyê din ji duh ve Hizbullaha Libnanê bi mûşek û dronên katyûşa êrişî Îsraîlê dike û balafirên şer ên Îsraîlê jî baregehên Hizbulaha Libnanê bomberan dikin.

Îro Berdevkê Wezareta Parastina Îsraîlê Daniel Hagari li ser aloziyan got:

“Îran berpirsiyariya zêdebûna aloziyan li xwe digire. Îsraîl jiî bo her tiştekî amade ye.

Îsraîl di asta hişyariyê de ye. Me amadebûna xwe ji bo parastina Îsraîlê ji dijminatiya Îranê re xurt kir. Em amade ne ku bersivê bidin."

Ji ber zêdebûna metirsiyên li herêmê û êrişa Îranê ya tê çaverêkirin, hinek kompanyayên asmanî yên Almanya, Holanda û Awistralyayê geştên xwe yên di ser Îranê re rawestandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst