Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrişa li Şamê civiya

04-04-2024
RÛDAW
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrişa Şamê civiya / Wêne: Ji ber dîmenan
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrişa Şamê civiya / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Amerîka Îsraîl Îran Sûriye Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê êrişa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê ya Şamê civînek li dar xist.

Di civînê de balyozên Îran, Sûriye û Amerîkayê derbarî êrişa li Şamê axivîn.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di rûniştineke taybet a li ser êrişa Konsulxaneya Îranê ya Şamê, gotûbêjeke dijwar di navbera nûnerên Îran û Amerîkayê de çêbû.

“Îranê mafê bersivdayînê heye”

Balyoza Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Zehra Erşadiyê got:

“Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berçav li ser xwe ye.

Îran derbarê wê kiryara kirêt a ku desthilata dagîrker pêk aniye mafê xwe yê bersivdayînê diparêze."

“Îsraîl û Amerîka ji êrişê berpirs in”

Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusey Dehak jî got:

“Welatê min Sûriye, hikûmeta dagîrker a Îsraîlê û hevbeşa wê Hikûmeta Amerîkayê, wekî berpirsê tawanbarên şer dibînin.”

Li aliyê din, Alîkarê Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood jî wiha bersiva balyozên Îranê û Sûriyeyê da:

“Wekî Koşka Spî ragihandiye, ti pêwendiyeke Amerîkayê bi wê êrişê ve nîne ku li Sûriyeyê hatiye kirin û pêşwext jî haya me jê nebûye.

Me yekser ji Îranê re got, em nikarin ti zanyariyekê derbarê wê bûyerê de piştrast bikin lê tiştekî zelal e, divê Îran û alîkar û grûpên hevbeşên wê xwe ji zêdebûna aloziyên li navçeyê dûr bigirin.”

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişan li xwe negirtiye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî derbarê êrişa li Konsolxaneya Îranê ya li Şamê got, “Em li ser nûçeyên medyayên biyanî naaxivin.”

Konsolxaneya Îranê ya Şamê 1ê Nîsanê hat bombebarankirin.

Di encamê de Fermandarê Hêza Qudisê yê li Libnan û Sûriyeyê Mihemed Riza Zahidî û Fermandar Mihemedhadî Hacî Rehîmî jî di nav de 13 rayedarên Îranî hatin kuştin.

“Êriş dê bê bersiv nemîne”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî derbarê êrîşa li Şamê gotibû, “Ew êrişa terorîstî bê bersiv namîne.”

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ku sala 2011an ve dest pê kiriye, Îsraîlê li Sûriyeyê zêdetirî 100 êrişên asmanî pêk anîne.

Berpirsên Îsraîlê gelek caran ragihandiye ew dê rê nedin Îran li ser axa Sûriyeyê bi hêz bibe û axa Sûriyeyê ji bo armancên xwe bi kar bîne.

Li aliyê din, ji destpêka şerê Xezeyê ve, Îsraîlê herî kêm 50 carî milîsên Îranê yên li Sûriyeyê bombebaran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst