Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal a Parlamentoya Swêdê Fredrik Malm di bersiva pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî de diyar kir ku çalakiyên şewitandina Quranê ti encameke erênî dernaxe holê.
Fredrik Malm bal kişand ser wê yekê ku Selwan Momîka yê ku Quran şewitand “berhema Iraqê ye” û qutkirina pêwendiyên Iraqê yên bi Swêdê re wek “helwesteke dijwar” bi nav kir.
Fredrik Malm her wiha diyar kir ku Swêd her sal alîkariyên mezin dide Iraq û Herêma Kurdistanê û got ku ew naxwazin pirsgirêkên wan bi Iraqê re çêbibin.
Malm geşedanên dawî nirxand û got, “Heger pirsgirêkên me di peywendiyên bi Bexdayê re hebin jî, em dikarin dîsa jî bi Hewlêrê re pêwendiyên baş bidomînin.”
Hevpeyvîna Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal a Parlamentoya Swêdê Fredrik Malm re:
Rûdaw: Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Pirsa min a yekem ew e ku sedema pirsgirêka di navbera Iraq û Swêdê de çi ye?
Fredrik Malm: Berî her tiştî, hin kes li Swêdê ne ku daxwaza moletê li polîs dikin dema ku dixwazin pirtûkên pîroz bişewitînin. Jixwe divê tu ji bo sazdana nerazîtîyekê destûrê bixwazî. Bê guman, ev tiştekî nijadvanî ye, xût wêranker e û biyaniyan ditengijîne. Ev kes ne swêdî ne. Kesê ku Quran li ber sefaretxaneya Iraqê şewitand, Iraqî ye, xelkê Qereqûşê ye, filehekî siryan e. Lê ev kar li gor destûra Swêdê qanûnî ne. Ez bi xwe wan wekî karên têkder dibînim ku tu xêr ji wan dernakeve. Lê bersiva hikûmeta Iraqê ez matmayî hîştim. Çinkû zaf hişk e. Hemû têkiliyên dîplomatîk bi me re qut kir. Balyozê me qewitand, tew gava çete û tewteweyan agir bi balyozxaneya me xist, wan ji xwe re li hêla din dinihêrt û moleta karkirina li Iraqê ji Ericssonê distînin. Ez vê yekê pir bi pirsgirêk dibînim û alîkariya hevkarî û diyaloga Swêd û Iraqê nake.
Rûdaw: Ma hûn nikarin bi rêgirtina li kesên wekî Selwan Momîka û bi neşewitandina Quranê pêşî li bûyerên wiha bigirin?
Fredrik Malm: Bê guman, pêkan e qanûnek hebe ku bibêje ev neqanûnî ye. Li Swêdê azadiya me ya derbirînê heye, her çend ez bi vê yekê ne razî me.
Ez di şewitandina Quran an Incîl an pirtûkeke pîroz de tiştekî baş nabînim. Lê di heman demê de bersiva hikûmeta Iraqê ne li gor pîvanên navdewletî ye. Bi rastî ev merî berhema Komara Iraqê ye. Li Iraqê ji dayik bûye. Ew di nav komeke milîsên şîe ya bi navê Tabûrên Îmam Elî de bû ku beşek ji Heşda Şeibî ne. Ew bi zihniyet û şêwaza jiyanê ne swêdî ye. Ew Iraqî ye û ev ji bona wî ev siyaseta îraqî ye. Bi baweriya min, divê Iraq jî di vê rewşê de berpirsiyariyê bigire ser xwe.
Rûdaw: Iraq û piraniya welatên misilman dibêjin ku şewitandina Quran û alên dewletan tu pêwendiya wê bi azadiya derbirînê re nîne, hûn çi dibêjin?
Fredrik Malm: Na, ev ji welatekî heya welatekî din cuda ye ka çiqas azadiya derbirînê li wan heye. Hûn dikarin vê li Iraqê bibînin. Wekî mînak bi sed hezaran iraqî li Swêdê dijîn, ne berovajî. Însan terka Swêdê nadin û naçin li Iraqê najîn. Lê însan terka Iraqê didin û tên li Swêdê dijîn.
Em xwedî civaka xwe ne. Azadiya me ya derbirînê heye. Demokrasiya me heye. Lê dîsa jî ez bi tevahî dijî tengezarkirina biyaniyan û çalakiyên nijadperest ên şewitandina hemî Pirtûkên Pîroz im. i ber vê yekê divê tu carî bersiv neyê dayîn ku biçin balyozxaneya welatê din û wê bişewitînin. Iraq berpirsyar e. Ew ji parastina nûnerên dîplomatîk li welatê xwe berpirsiyar e. Em li vir li Stockholmê ji parastina Balyozxaneya Iraqê berpirsyar in. Lê Iraq jî ji parastina avahiya balyozxaneya me berpirsyar e. Niha eger tuji min bipirsî, [ez bêjim] divê Iraq [Ez wer dibêjim] divê Iraq pereyên avahiya nû bide ji bo ku em jî wekî Swêdê bikarin balyozxaneyeke nû li Iraqê ava bikin. Nabe ku em pereyan bidin. Me bi xwe balyozxaneya xwe neşewitandiye. Wan ew şewitandiye.
Rûdaw: Ji bo careke din bûyerên mîna şewitandina Quranê dubare nebin, hûn plana guhertina destûrê dikin?
Fredrik Malm: Ev aloz e, ji ber ku eger tu bixwazî destûrê li Swêdê biguherî, du biryar ji we re lazim in: Yekem, divê hilbijartin bên kirin. Ya duyemîn, wekî nimûne, ger hewce bike ku em destûra xwe biguherînin, heke tu bixwazî şewitandina pirtûkên pîroz qedexe bikî û vê biguherî, herî kêm pênc-şeş sal lazim in. Ji ber vê yekê ez nafikirim ku ev vebijarkek e. Belkî jî çêtir be ku destûr neyê dayîn xelk van pirtûkan li ber mizgeft û balyozxaneyan bişewitînin. Dibe ku çêbibe ew li dereke din wan bişewitînin, li daristanê yan li garajê yan li cihekî din. Lê divê ew li ber cihên pîroz ên wekî mizgeft an kinîşt an dêran vê yekê nekin. Çumku ev karekî pir hêrsker û rasîst e. Swêd civakeke pirçandî ye. Civaka me ya misilman heye û piraniya me Xirîstiyan in. Kêmarên me yên cihê hene, wekî Hindus, Budîst û Cihû. Ev civak civakeke pirçandî ye û divê em hurmetê bidin hev.
Rûdaw: Bi dîtina we bûyerên wiha dê zirarê negihînin têkiliyên we yên bi welatan re, bi taybetî welatên ku piraniya wan Misilman in?
Fredrik Malm: Belê, wer dike. Lê di heman demê de Swêd her sal bi sed milyonan kron wekî alîkariya derve dide Iraqê. Her wiha me alîkariya perwerdeya leşkerî jî ji bo artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kiriye. Me bi salan penageh daye penaberên Iraqî. Ji bo alîkariya Iraqê me gelek tişt kiriye. Heger hikûmeta Iraqê qet spasdar nebe û balyozê me derxe û bibêje ku em nahêlin şirketên swêdî li Iraqê kar bikin. Baş e, lê ger wisa be em jî dikarin vê alîkariya biyanî qut bikin. Ez vê naxwazim. Ez tenê pêwendiyeke baş bi Iraqê re dixwazim ku em alîkariya hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku pêş bikevin û geş bibin.
Ez difikirim ku em dikarin ji bo wê gelek tiştan bikin. Lê em naxwazin di peywendiyên me û Iraqê de ti pirsgirêk çêbibin. Ji ber vê yekê ez hinekî ji vê bersiva Iraqê ya pir xurt û wêranker şaş mam.
Rûdaw: Pêwendiyên we bi Herêma Kurdistanê re çawa ne?
Fredrik Malm: Bi baweriya min pêwendiyên Swêdê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re baş in. Nûner û nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê heye.
Civaka Kurd li Swêdê gelekî çalak û sax e. Civakeke mezin e. Li gor min, xweşbextane di paşerojê de hevdîtineke fermî di navbera Serokwezîrê me û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de çêdibe. Bi baweriya min, em dikarin van hevkariyan bêtir pêşve bibin. Wek mînak di navbera zanîngehan de yan jî Swêd dikare bi rêya teknolojiyên nû alîkariya pêşxistina sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê bike. Bê guman qadên me yên din jî hene ku dikarin werin baştirkirin, lê divê bê gotin ku eger Iraq peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut bike, ev tê wê wateyê ku pêwendiyên Kurdistan û Swêdê jî dê qut bibin.
Rûdaw: Hûn der barê rawestandina nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê çi dibêjin?
Fredrik Malm: Ji aliyekê ve, bi baweriya min pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê hene, lê di heman demê de Swêd dikare wekî pêkhateyeke cuda bi Kurdistanê re peywendiyan ava bike. Ji ber wê jî eger pirsgirêkên me di peywendiyên bi Bexdayê re hebin jî, em dikarin dîsa jî bi Hewlêrê re pêwendiyên baş bidomînin. Ez hêvîdar im ku em bikarin wiya bikin, ji ber ku bi dîtina min bakurê Iraqê, Herêma Kurdistanê pratîk e. Her tim hevkarekî avaker bû. Bi qasî ku ez dibînim, Herêma Kurdistanê her tim ji nirxên wekî cîhana rojava, Ewropa, Amerîka û hwd re vekirî bû. Ji ber vê yekê ez dibênim ku ew pir baş e û ew ji bo ewlehî û pêşveçûnê hevkar e.
Rûdaw: Ti planeke we heye ku hûn pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Swêdê ji nû ve dest pê bikin?
Fredrik Malm: Bi rastî, ez hêvî dikim ku em bikarin vêya bikin. Her wisa, li Swêdê, di parlamentoyê de komeke me ya bi navê Koma Dostaniya Kurdistanê heye. Wekî mînak, em her sal jenosîda Helebçeyê bi bîr tînin. Gelek hevdîtinên me bi partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî re hene. Bi rastî ez hêvî dikim ku di pêşerojê de têkiliyên Swêd û Kurdistanê xurt û kûr bin.
Rûdaw: Peyama we ji parlamentoya Swêdê ji bo Misilmanên Iraq û cîhanê çi ye?
Fredrik Malm: Bi baweriya min tiştê ku me li Iraqê di van rojên dawî de dît tevî êrişên ku li ser nûnerê dîplomatîkî yê Swêdê hatin kirin. Mesele ne tenê têkildarî Swêdê ye, li şûnê girêdayî siyaseta navxweyî ya Iraqê ye jî. Iraq bi van mezhebên olî û partiyên siyasî yên olî re xwedî jîngeheke siyasî ya pir aloz û kêşedar e. Bi baweriya min, divê Iraq kar û kiryarên xwe bicivîne û proseya siyasî ya xwe baştir bike û bi berpirsiyarî li gor biryarên navdewletî ji bo pêwendiyên dîplomatîk ên hevbeş tevbigere, wek mînak rêkeftina Viyanayê û pêwendiyên xwe bi me re qut neke. Di dawiyê de, aliyê yekem ku bi vê ziyanê dibîne, ne Swêd e.
Em welatekî jînxweş û dewlemend in. Me xwe nespartiye peywendiyên xwe yên bi Iraqê re. Lê li Swêdê dîasporayeke me ya Iraqî ya mezin heye.
Heke pêdiviya wan bi paseportê hebe, da herin Iraqê ji bo şînekê, ji bo dawetekê, belgenameyekê bixwazin, milk bikirin an bifiroşin, hewcedariya wan bi balyozxane heye. Xizmên wan li Iraqê hene û ji bo hatina Swêdê pêdiviya wan bi vîzeyê heye. Wê hingê hewcedariya wan bi NSA heye, ew dezgehek û burokrasiyek ji bo mirovên asayî ye. Heger hûn vê peywendiya dîplomatîk qut bikin, dê tenê zirarê bide Iraqiyên ku li vir dijîn. Ji ber vê yekê ez wer nabînim ev ji tu hêlê ve alîkariya tiştekî bike.
Rûdaw: Gelek spas.
Fredrik Malm: Ji we re jî gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse