Hewlêr (Rûdaw) - Li ser fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump 160 penaberên girtî ji Amerîkayê dersînorî Guatemalayê hatin kirin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî amadekariyê dike ku zêdetir leşkeran bişîne sînorê başûrê Amerîkayê.
Berpirsekî îdareya Trump ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re ragihand ku bi du balafirên leşkerî yên cureyê C-17ê yên Amerîkî her yek ji wan 80 penaberî birine Guatemalayê.
Berdevka Koşka Spî Caroline Levittê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:
“Vegerandinê dest pê kiriye. Îdareya Trump bi sedan penaberên neyasayî bi balafirên leşkerî ji Amerîkayê derdixe.”
Levitt her wiha ragihand ku “Îdareya Trump 538 penaberên neyasayî yên sûcdar desteser kirine.
Yek ji wan terorîstekî gumanbar e û çend kes jî bi destdirêjiya li ser zarokan tên tawanbarkirin.”
Berdevka Koşka Spî Caroline Levittê ragihand ku “Soz hat dayîn û dê were bicihanîn.”
Donald Trump 20ê mehê sonda yasayî xwar û bû Serokê Amerîkayê.
Trump ragihand ku dê rê li ber koçberan were girtin û penaberên neyasayî dê bên vegerandin.
Berpirsekî Amerîkî ragihand ku di dîroka nû ya Amerîkayê de ev cara yekem e ku balafirên leşkerî ji bo veguhastina penaberan li Amerîkayê tên bikaranîn.
Trump her wiha fermanek îmze kir û da Pentagonê ku “ji bo kontrolkirina sînorê başûrê Amerîkayê” leşkeran bişîne.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, artêş amadekariyê dike ku zêdetirî 5000 penaberên ku niha li bajarê El Pasoya Texasê û San Diegoya Californiayê girtî ne veguhêze.
Destpêka vê hefteyê, îdareya Trump ragihand ku artêşa Amerîkayê hezar û 400 leşkeran dişîne ser sînorê Meksîkayê.
Li gorî berpirsekî payebilind ê leşkerî yê Amerîkayê, “4 balafirên leşkerî yên cureyên C-17 û C-130 ji bo veguheztina penaberan hatine amadekirin.”
Nêzîkî 11 milyon penaberên neqeydkirî li Amerîkayê dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse