Profesor Alî Kiliç koça dawî kir

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Kiliç Dêrsim Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Profesor û kesayetê navdar ê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Ali Kiliç di temenê xwe yê 79 saliyê de koça dawî kir.

Serokê Hevpeymaniya Serxwebûnxwazên Kurdistanê (HSK) Aştiyako Pûr Kerîm agahiya koça dawî ya pirofesor Ali Kiliç ji Rûdawê piştrast kir û got:

“Ali Kiliç roja 19ê Tebaxa 2024an li Fransayê koça dawî kiriye û îro li wî welatî sipartine axê.”

Profesor Ali Kiliç sala 1945an li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

 Li Fransa doktoraya felsefê bi dest xistiye, bi awayekî zanistî di hemû zaraveyên Kurdî de pispor bû û zimanê Fransî, Îngîlîzî û Tirkî jî bi başî dizanî.

Kiliç damezrênerê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Kurdistanê li Fransayê bû û li wir dîroka Kurdî diparast.

Aştiyako Pûr Kerîm herwiha got:

“Wî hemû belgeyên ku li ser Peymana Sevrê hatine weşandin ji arşîvên Fransa derxistin.

Wî herwiha hemû nameyên Seyîd Rizayê Dêrsimê ji arşîvên Fransayê derxistin.

Ew di dosyaya Helebçeyê de jî yekem kes bû ku bandora wî hebe ku ew doz bibe cîhanî û delîl û belge derxistin holê ku wekî tawanê jenosîd were naskirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst