Frontex: Xwebexşên rizgarker ji bo handana koçberan tiştekî nakin

09-09-2024
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdula / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêmin Ebdula / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Frontex Koçber Xwebexşên Rizgarker
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dema keştiyeke koçberan di avên li navbera Îtalya û Yewnanistan an Îtalya û Tirkiye yan jî Îtalya û Lîbyayê de rastî pirsgirêkê tê, hewara xwe digihînin keştiyên xwebexş ên saziyên sivîl ku di wan avan de hene.

Gelek koçber bi saya tîmên ku di wan keştiyan de ne, ji mirinê hatine xelaskirin.

Polîsên Îtalyayê gelek caran rêwiyên li ser wan keştiyan digirin.

Partiya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî bi awayekî berdewam dibêje ku ew sazî û keştî hatina zêdetir a koçberan han didin (teşwîq dikin).

Ev partî di vê gotina xwe de xwe dispêre raporeke nihênî ya sala 2022yan a Polîsên Parastina Sînorên Ewropayê (Frontex).

Di rapora nihênî de hatiye gotin , ew xwebexş wer dikin ku koçber li ser hatina xwe ya Ewropayê rijdtir bin.

Lê vê hefteyê, Birevebirê Frontexê Hans Leitens ragihand ku wî qet negotiye û ne jî di wê baweriyê de ye ku ew xwebexş hatina koçberan han didin.

Beriya niha jî hinek ji saziyên akademîk bi hevkariya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor lêkolîn di vî warî de kiribûn û gihiştibûn heman encama ku birêvebirê Frontexê behs dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst