Li nêzîkî Tûnisê cenazeyên 6 koçberan hatin dîtin

12-09-2024
RÛDAW
Nîşan Tûnis Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên bajarê Monastirê yê rojavayê Tûnisê cenazeyên 5 jinan û zarokekî koçber ên Afrîkayî hatin dîtin.

Li gorî lêkolînên destpêkê, her 6 koçber hefteya borî mirine.

Berdevkê dozgeriyê yê bajarê Monastirê Ferîd Ben Jaha ragihand, cenazeyên 5 jin û zarokekî Afrîkayî ku tê texmînkirin hefteya borî xeniqîne, hatin dîtin.

Li gorî Berdevkê dozgeriyê yê bajarê Monastirê Ferîd Ben Jaha zarok 2-3 salî ye.

Ferîd Ben Jaha her wiha destnîşan kir ku wan li ser koçberan lêkolîn daye destpêkirin.

Tûnis û Lîbya li bakurê Afrîkayê rêyên koçberiyê yên girîng in ji bo koçberên ku berê wan li Ewropayê ye.

Her sal bi deh hezaran koçber ji rêya metirsîdar û dijwar derbasî girava Lampedusayê ya Îtalyayê dibin ku 150 kîlometreyan dûrî sînorê Tûnisê ye.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Tûnisê, serê sale ve herî kêm 103 belem li peravên Tûnisê bin av bûne û 341 cenaze hatine dîtin ku 336 ji wan ji derveyî Tûnisê ne.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Tûnisê, sala borî hezar û 300 koçber piştî ku ji Tûnisê derketin mirin an jî winda bûn.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) di 10 salên dawî de 30 hezar û 309 koçber li Deryaya Spî mirine ku tenê par 3 hezar kes mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst