Jineke Kurd li Fransayê dev ji akademisyeniyê berda li gundê xwe bû cotkar

15-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu
Nîşan Fransa Dêrsim Hulya Arslan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hulya Arslan ku Kurda parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ye, piştî xwendina xwe ya 15 salan li Fransayê biryar daye bibe cotkar û berê xwe daye parêzgeha Dêrsimê.

Çîroka jineke Akademisyen e ku piştî 40 salan ji Ewropayê vegeriyaye û hewl dide xêr û berê axa welatê xwe bi berhemên xwe pêşan bide.

Akademisyen û cotkar Hulya Arslan dibêje “Ez 14 sal li Fransayê bûm. Min Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê xelas kir, ji beşa cografyayê mezûn bûm. Niha ez hatime gundê xwe, li vir cotkar im. Ez dixwazim bila gelek jin werin gundên xwe cotkariyê bikin. Bi rastê ji bo hemû jinan jin, jiyan azadî ye. Yanî em çiqas dişxulin, hewqas ji bo me baş e.”

Her sal ji tiriyên rezê nêzîka mala xwe şerabê, dimsê û xelê (sîrke) berhem tîne.

Ligel vê yekê hejmarek zêde corên fêkî û sewze jî diçîne û berhemên xwe difroje.

Hulya Arslan got “Çiqas em cotkariyê dikin, hewqasa ekonomiya û îktîsadiya me baştir dibe. Welatê me bi rastî hem wek genc, hem wek jin ez dixwazim werin vê derê.”

Hulya Arslan ligel bax û bexçeyan her sal li 200 donim erd genim û ceh diçîne û dûrina berheman bi xwe bi makîneyê dike. Hewiha hewl dide jin û ciwanên herêmê jî kar û xebata çandiniyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst