Dîroknasekî Amerîkî: Dê Kamala Harris bi ser bikeve

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Kamala Harris Allan Lichtman Donald Trump Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Allan Lichtmanê mamostayê dîrokê yê Zanîngeha Amerîkayê diyar kir ku dê Kamala Harris bi ser bikeve.

Ji sala 1984an ve hemû pêşbîniyên Allan Lichtman ên li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê rast derketine, ji bilî carekê.

Allan Lichtman niha jî dibêje, berbijêra Partiya Demokrat Kamala Harris dê di hilbijartinên 5ê Mijdara îsal de li hemberî berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump bi ser bikeve û bibe serok.

Lichtman girîngiyê nade rapirsiya, lê pîvaneke wî ya taybet heye ku ji 13 taybetmendiyan pêk tê.

Lichtman destnîşan kir, eger berbijêrê partiya desthilatdar ne xwediyê 6 taybetmendiyan yan jî zêdetir be, serkeftî hesab dike.

“Ez gelekî piştrast im ku dê Harris bibe”

Dîroknas Allan Lichtman da zanîn:

“Ez gelekî piştrast im ku dê Harris bibe, ji ber pîvan bi hêsanî nayên guhertin.”

Li gorî pîvanên Lichtman tenê 3 xal di berjewendiya Trump de ne.

Ew jî jidestdana piraniya Encûmena Nûneran a Amerîkayê di hilbijartinên 2022yan de ya ji aliyê Demokratan ve, vekişîna Serokê niha Joe Biden û nebûna karîzmaya Kamala Harrisê ne.

Li gorî Lichtman xalên bihêz ên di berjewendiya Harrisê de ev in:

“Guhertina mezin a di siyaseta Demokratan de, nebûna ti şermezariyên mezin ên wekî yên Trump, her wiha vekişîna berbijêrê serbixwe Robert F. Kenedy a ji hilbijartinan.”

Dîroknas Allan Lichtman her wiha da zanîn:

“Ez dîroknas im, ne wekî John Deksinê falker im ku topa sihrê bi min re be.

Her wiha ne Mayk Johns im jî ku idîaya wê bikim ku Xwedayê mezin li gel axivî ye.

Ji bo xatirê Xwedê ev 40 sal in ev pîvan rast derdikevin.”

Pêşbîniyên Lichtman tenê careke rast derneketin ku ew jî serkeftina George Bush a sala 2000î ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst