2,4 milyar euro ceza li Googleyê hatibû birîn: Hat pesendkirin

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Edaletê ya Ewropayê Google Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Edaletê ya Ewropayê 2,4 milyar euro cezayê ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber binpêkirina mercên stratejiya danberhevê ya di xizmeta kirîn û firotinê de li Googleyê birîbû, pesend kir.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê biryara xwe ya ji bo doza îtirazkirina cezayê pereyan ê Google û Alphabetê li Komîsyona YEyê vekiribû eşkere kir.

Dadgehê îtiraza Google û Alphabetê red kir û ji ber binpêkirina mercên stratêjiya danberhevê ya di xizmeta kirîn û firotinê de, cezayê bi qasî 2,4 milyar euroyî pesend kir.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê, ji bo wê yekê hikum kir ku Google di encamên lêgerînê yên kirîn û firotinê de xizmetên xwe dixe pêşiya xizmetên rikeberan û ev jî dibe sedema cudakariyê.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê merciya herî bilind a hiqûqî ya Yekîtiya Ewropayê ye û navenda wê li Luksemburgê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst