Serdar Yuksel bangî Kurdan kiribû: Hat hilbijartin

24-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serdar Yuksel Kurd Hilbijartinên Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Serdar Yuksel ragihand ku ew di hilbijartinên Almanyayê de hatiye hilbijartin.

Hilbijartinên pêşxwext ên Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) doh hatin lidarxistin.

Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinan de Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) bi rêjeya ji sedî 29 bûye yekem, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) bi rêjeya ji sedê 19,5 bû duyem û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi rêjeya ji sedî 16 bû sêyem.

Di hilbijartinan de 12 namzedên Kurd jî ji partiyên cuda ji bo bikevin Bundestagê hevrikî kir.

Yek ji wan namzedên Kurd jî Serdar Yuksel e ku ji lîsteya Partiya Sosyal Demokratan (SDP) bûbû namzed.

Yuksel beriya hilbijartinê bi rêya Rûdawê bangî Kurdan kiribû ku mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.

Siyasetmedarê Kurd Serdar Yuksel li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku ew li Almanyayê bûye parlamenter.

"Ez dê li Bundestagê nûnertiya welatiyan bikim"

Yuksel diyar kir ku ew bi sedî 33yê dengan hatiye hilbijartin û spasiya piştgirên xwe kir.

Serdar Yuksel di peyama xwe de wiha got:

"Gelekî spas ji bo baweriya we! Ez bi rêjeya ji sedî 33yê dengan diçim Parlamentoya Federal a Almanyayê.

Ez kêfxweş im ku di 4 salên pêş de wekî nûnerekî rasterast hilbijartî ji bo Wattenscheid û Bochumê li Berlînê siyasetê bikim û li Bundestagê bi îradeyeke tam nûnertiya xwestekên welatiyan bikim."

 

3 Kurdên din jî hatin hilbijartin

Li gorî encamên heta niha, ji Kurdan Ferat Koçak û Mîrza Edîs ên ji Partiya Çep, Qasim Tahîrê ji Yekîtiya Keskan hatine hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst