Berlîn (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li Berlînê Xelata Rûmetê ya Almanyayê da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.
Wezaretê ji ber xebat û xizmeta wî ya 25 salan a di çareseriya derûnî de, bi taybetî çareserkirina rewşa derûnî ya Kurdên Êzidî xelat da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.
Xelat bi navê “Xelata Şanaziyê ya Almanyaya Federal” e û ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ve hat pêşkêşkirin.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li ser xelatê ji Rûdawê re anî ziman:
“Şanaziyeke mezin e ji bo min ku ez dikarim vê xelatê, Xelata Şanaziyê ya Almanyaya Federal bidim Han Îlhan Kizilhan.
Ji ber ku ew bi karê xwe ne tenê ji bo hevkariya di navbera çandan de ne tenê ji bo Almanyayê her wiha ji bo pêwendiyên navneteweyî jî pir girîng e.”
Jan Îlhan Kizilhan sala 2014an li gel tîmekê çû Herêma Kurdistanê û alîkariya derûnî pêşkêşî wan kesan kir ku pirsgirêkên wan ên derûnî ne, bi taybetî Kurdên Êzidî.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock her wiha got:
“Ew di hemû geştên min de hevrêyê min e. Me cara yekem di geştekê de li Îraqê hev dît, dema ku ez wekî endamê Parlamentoya Federal çûbûm.
Ez li navenda trawmaya wî ya li Dihokê bûm û min dît ku piştî trawmayê dikare çi bê kirin, piştî komkujiyê, piştî ku civakek, kesek bi taybetî jin rûbirûyî rewşekê dibin, çi dikare bê kirin û çawa dikare piştgiriya wan bê kirin.
Ev ne tenê hêzê dide qurbaniyan, hêviyek e ji bo dîplomasiyê, hêviyek e ji bo aştiyê.
Li gelek cihên tijî krîz ên vê cîhanê pêwîstiya me bi xebata Doktor Îlhan heye ji bo çareserkirina trawmayê, da ku komkujî û tawan ji bo gelek nifşan nemînin.
Lewra şerefeke mezin e, şansekî mezin e ku ew li Almanyayê çalak e lê bê guman li Îraqê û di siberojê de de her wiha li Sûriyeyê jî. Ev yek pir girîng e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse