Serokwezîrê Sachsen-Anhaltê: Parastina pêkhateyên Sûriyeyê prensîba me ya sereke ye

22 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Herêma Sachsen-Anhaltê Sûriye Rojavayê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Serokwezîrê Herêma Sachsen-Anhaltê ya Almanyayê Reiner Haseloff diyar kir ku haya wan jê heye ku gelê Kurd sedsala borî li çend welatan rûbirûyî rewşeke dijwar bûye û ji ber wê jî hejmareke mezin ji wan reviyane welatên Rojava.

Serokwezîrê Herêma Sachsen-Anhaltê ya Almanyayê Reiner Haseloff ji Rûdawê re got:

“Gelekî girîng e ku Kurd li kû bin jî, niştimana xwe peyda bike, bêyî ku koka xwe ji bîr bike.

Li vir jî cejnên xwe bi çandên cuda re bê tundûtûjî pîroz dikin.”

Serokwezîr Reiner Haseloff li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn, tundûtûjiya li Rojavayê Sûriyeyê ya destpêka vê mehê nayê qebûlkirin û divê destûra wî welatî mafên Kurdan û pêkhateyên din biparêze.

Reiner Haseloff her wiha anî ziman:

"Parastina pêkhateyên Sûriyeyê prensîba me ya sereke ye xebata bi wî welatî re ye."

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokwezîrê Herêma Sachsen-Anhaltê ya Almanyayê Reiner Haseloff re:

Rûdaw: Peyama we ya ji bo Newroza Kurdî çi ye? Çi qasî girîng e ku ev merasîmên çandî yên Kurdî li Almanyayê têne lidarxistin?

Reiner Haseloff: Niha ku ev hemû komên cuda li vir in, divê em bîranînan bi hev re pîroz bikin. Civakeke medenî divê li kêleka hev bisekine. Di salnameya me de jî îro destpêka biharê ye. Ji wê roja ku mirov dijî, gelek tuxmên gerdûnî hene ku guhertinên wan û cejna wan a hevpar destnîşan dike; ev jî bi ronahî û tarîbûnê ve girêdayî ye. Mijar, mijara hebûn û nebûnê ye. Ev jî me mirovan ên bawermend dike ku em xemxwara aştî û azadiyê bin. Ji ber vê yekê em hertim girêdayî van cûre bîranîn û cejnan in. Ev mijareke gerdûnî ye, bêyî ku mirov li ber çavan bigire ku her kes xelkê ku derê ye.

Rûdaw: Peyama we ji bo Kurdên ku îro cejna Newrozê pîroz dikin çi ye?

Reiner Haseloff: Her mirovek welatekê dixwaze; her mirovek girêdanekê dixwaze; divê her kes paşxana xwe zanibe. Lê divê planek jî ji bo aştiyê û pêşerojeke aram hebe. Em dizanin ku gelê kurd neçar bûne ku li gelek welatan  bijîn. Şer di wan welatan de hebûye û dijwar bûye ku bi aştî bijîn. Pir girîng e berî her tiştî, Kurd li ku derê be, welatê xwe bibîne, bêyî ku rih û rîşên xwe ji bîr bike. Li vir jî bi hev re ligel çandên cûda bîranîna cejna xwe dûr ji tundiyê pîroz bikin.

Rûdaw: Almanyayê balyozxaneya xwe li Şamê vekir û alîkariya darayî dide desthilata Sûriyeya bi serokatiya Ehmed Şer. Gelo ev bê şert tê kirin?

Reiner Haseloff: Ev biryara Wezareta Derve ya Hikûmeta Almanyayê ye. Ew bi xwe dizanin ku mijar çiqas aloz e. Dizanin ku asayîkirina rewşê ne hêsan e, lê piştgiriyek wisa dike ku ew pabendî bingehên mafên mirovan û bingehên gerdûnî bin ku me mirovan bi hev ve girê dide. Ev divê bingeha sereke ya siyaseta me be. Em di destpêka proseyeke siyasî de ne ku hêjî gelek maye û gelek tiştên din ji me dixwaze ku divê em li stûyê xwe bigirin.

Rûdaw: Hûn piştrast in ku ev desthilata niha ya Sûriyeyê ew komkujiya ku li Elewiyan kir, li Kurd, Durzî û yên din neke?

Reiner Haseloff: Ez bi vî awayî difikirîm, ew tundûtîjiya ku qewimî û diqewime tu kes qebûl nake. Eger kar derbarê wê be ku em bi hikûmeta nû re hevkar bin, divê tişta yekemîn ew be ku mirov tundûtîjiyê deyne aliyekî. Tundûtîjî dibe sedema cudahiyê û yên din ji hev dûr dixe. Em neçar in çareseriyên aştiyane bibînin. Parastina pêkhateyan pîvana herî bilind e ji bo çanda bi hev re kar kirinê û bingehek e ji bingehên Neteweyên Yekbûyî di hemû welatên cîhanê de.

Rûdaw: Sûriye niha li gorî destûreke demkî tê birêvebirin ku Kurd, Durzî, Xirîstiyan, Elewî red dikin, ji ber ku dibêjin destûrek e ku ji bo kesekî hatiye danîn. Hûn wê wekî metirsî nabînin ji bo derketina tundûtûjiyê li Sûriyeyê?

Reiner Haseloff: Li gorî têgihiştina me ya maf û dewletê, ew tişt nayê qebûlkirin, ji ber ku parastina pêkhateyan divê hertim were mîsoger kirin. Heke ev tunebe, bingeha bi hev re kar kirinê tune ye. Ez li bendê me ku hikûmeta nû ya federal daxwazên zelal pêşkêş bike û daxwaza çareseriya bi hev re bike.

Rûdaw: Kurd daxwaza destûrekê dikin ku tê de hebûn û mafên wan li Sûriyeyê bêne naskirin. Hûn piştgiriyê didin daxwaza Kurdan?

Reiner Haseloff: Ev bingehek girîng e. Tişta ku di destûra Almanyayê de heye, em bikaribin li wir jî cîgir bikin, ev şert û pîvana me ye ji bo wan dewletên ku em bi wan re kar dikin da ku bikaribin tiştekî wekî vê mîsoger bikin. Ji bo min destûrek cihê qebûlkirinê nîne ku têde maf û parastina pêkhateyan nehatibe cîgirkirin.

Rûdaw: Hûn çawa li pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dinêrin, di demekê de ku nûçeyên çend rojên borî û girtina serokê Şaredariya Stenbolê hin alî dilgiran kirin?

Reiner Haseloff: Ez niha agahdarî  hûrgiliyên vê yekê nînim. Lê hikûmeta federal di vê mijarê de li hember endamekî NATOyê, herwiha hevbeşek, divê daxwaziyên xwe hebin  ku welatek endamê NATOyê heman wan bingehan bicihbîne ku welatên xwedî yasa hene û divê ew bingeh jî bê kêmasî bên bicihanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst