Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan Xelata Rûmetê ya Almanyayê wergirt

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan Xelata Rûmetê ya Almanyayê
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li Berlînê Xelata Rûmetê ya Almanyayê da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.

Wezaretê ji ber xebat û xizmeta wî ya 25 salan a di çareseriya derûnî de, bi taybetî çareserkirina rewşa derûnî ya Kurdên Êzidî xelat da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.

Xelat bi navê “Xelata Şanaziyê ya Almanyaya Federal” e û ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ve hat pêşkêşkirin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan li ser wergirtina xelatê ji Rûdawê re got:

“Niha li cîhanê gelek mirov tên kuştin, gelek kes hene ku rewşa wan xirab e.

Ev bibîrxistin û derfetek e ku em platformekê ava bikin, gelekî kar bikin ji bo ku aştî çêbibe.

Ev xelat ji bo min handerek e ku ez berdewamiyê bidim karê xwe yên di warê lêkolîn, mirovî û derûnî de.”

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan destnîşan kir ku wan hezar û 100 Kurdên Êzidî birine Almanyayê û li Herêma Kurdistanê jî alîkariya 12-13 hezar kesên ku pirsgirêkên wan ên derûnî hene dikin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockî piştî dayîna xelatê ji nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şaliyê re da zanîn:

“Li vê cîhana tijî qeyran ji bo çareserkirina pirsgirêkên derûnî û ji bo ku komkujî û tawan ji bo çend nifşan nemînin pêwîstiya me bi karê Dr. Îlhan heye.”

Hevpeyvîna Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re:

Rûdaw: Dema min guhdariya axaftina te kir, gelek bandor li ser min çêbûn. Hestekî çawa bû? Te got hestekî xweş e û di heman demê de tu difikirî ku em di cîhaneke çi qasî xirab de dijîn. Hestê te çawa bû ku te ev xelat wergirt?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Bê guman, ev ji bo min hestekî gelek taybet bû, çimkî ev mezintirîn xelat e ku dewleta Almanyayê dide lêkolerekî Kurd. Li aliyê din, ev bîrxistinek e ku her wekî baş dizanin, gelek pirsgirêk û şer li cîhanê hene. Gelek mirov tên kuştin, rewşa gelek kesan xirab e. Ev bîrxistinek û derfetek e ku em platformekê ava bikin, ji bo ku aştî hebe gelekî kar bikin. Ev xelat ji bo min handerek e ku ez berdewamî bi karê xwe yê di warê lêkolîn, mirovî û derûnî de bidim.

Rûdaw: Hûn li vir, li Almanyayê ji dayîk bûn?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Ez li nahiyeyeke nêzîkî Batmana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûme. Dema dê û bavê min hatin Almanyayê ez 7 salî bûm. Min li vir dibistana xwe temam kir, min li Almanya û Amerîkayê zanîngeh xwend. Ez li cîhanê geriyam û piştre ez vegeriyam Almanya û Kurdistanê.

Rûdaw: Piştî êrişên DAIŞê, we wekî Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê got, hûn çûn Başûrê Kurdistanê û we li wir çi kir? Bi kurtî ji min re behs bike, we çend jin û keçên Kurdên Êzidî ji bo dermankirinê birin Almanyayê?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Piştî ku DAIŞ çû Kurdistan, Îraq û Sûriyeyê, hikûmeta Herêma Baden-Wurttembergê ku herêmeke Almanyayê ye erk spart me û got, em dixwazin ku hûn tîmekê ava bikin, biçin Kurdistan û Îraqê. Kesên ku ketine destê DAIŞê û rizgar bûne bibînin, her wiha kesên ku rastî zext û nexweşiyên derûnî hatine. Li rewşa wan binêrin û li gel tîma xwe wan bînin Almanyayê ji bo ku em çareseriya bijîşkî ji wan re bikin. Salên 2014 û 2015an em her dem li Kurdistanê bûn, ji bo demeke dirêj gelek kes di destê DAIŞê de bûn, rizgar nebûbûn û aware bûbûn, rewşeke gelekî dijwar bû lê belê bi hevkariya dewleta Almanyayê û tîmeke gelekî mezin li Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê me karî hezar û 100 kesî bînin Almanyayê. Niha zarokên wan li dibistan û zanîngehan dixwînin û bûne endazyar. Wekî mînak, keçên wekî Nadiya Murad Xelata Nobelê wergirtiye, serkeftineke gelekî mezin di vê projeyê de hatiye bidestxistin.

Rûdaw: Heta niha çend kesan ji aliyê tîma we ve dermankirina derûnî wergirtiye?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Niha li Almanyayê hezar û 100 kes in, piştre gelek penaberên Kurd û Êzidî hatine nexweşxaneya me. Bijîşkên me hene ku zimanên Kurdî, Erebî, Almanî û Îngilîzî dizanin û alîkariya wan dikin. Li Zanîngeha Dihokê tîmeke me heye û me navendek ji bo dermankirina derûnî vekiriye. Hezar û 800 xwendekarên me eger ez şaş nebim, alîkariya nêzîkî 12-13 hezar kesî dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst