Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî ji bo 9emîn Konferansa Alîkariyê ya Brukselê ya li ser Sûriyeyê ku li Bruksela paytexta Belçîkayê tê lidarxistin, hat vexwendin.
Di roja duyem a konferansê de Dilawer Ajgeyî dê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û beşdarî konferansê bibe.
Konferansa ku doh dest pê kir û di asta wezîrên karên derve de hat lidarxistin, îro bi beşdariya balyoz û nûnerên welatan berdewam dike.
Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand:
“Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, em bi awayekî fermî ji bo vê konferansê hatin vexwendin.
Em dê nêrînên xwe yên li ser paşeroj û jinûveavakirina Sûriyeyê bi civaka navneteweyê re parve bikin.”
Dilawer Ajgeyî diyar kir ku hemû aliyên ku di warên aborî, siyasî, ewlehî û civakî yên Sûriyeyê de xwedî gotin in, ji bo vê konferansê hatine vexwendin û got:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de cih digire.”
Dilawer Ajgeyî her wiha anî ziman:
“Em li ser navê hikûmetê nêrînên xwe yên li ser Sûriyeyê û bûyeran diyar dikin.
Ev nêrîn dê wekî helwesta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin qeydkirin.”
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji sala 2017an vir ve li Brukselê konferansa alîkariyê Sûriyeyê li dar dixe.
YE û welatên endam soz didin ku alîkarî û krediyê bidin Sûriyeyê û civakên li herêmê.
Konferansa ku îsal bi sernavê “Piştgiriya Sûriyeyê: Pêdiviyên ji bo Guherîneke Serkeftî” dê were lidarxistin, dê bibe yekem civîna ku birêvebiriya Sûriyeyê jî beşdar dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse