Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

24-01-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Heidelberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Heidelbergê ya Almanyayê kesekî bi çek êrişî amfiya zanîngehê kir û encamê de çar kes birîndar bûn û êrişkar xwe kuşt.

Polîsê Almanyayê ragihand ku li zanîngeha Heidelbergê çekdarek êrişî amfiya zanîngehê kiriye û di encamê de 4 kes birîndar bûne û paşê êrişkar bi çeka xwe xwe dikuje.

Li gorî agahiyên Ajansa Çapemeniyê ya Almanyayê (dpa) êrişkar bi xwe xwendekar bûye. Herwiha ajansa dpa da zanîn ku li gorî lêkolînên mufetişan tu mebestên êrişkar yên siyasî û olî tune bûn. Tê gotin ku êrişkar çend çekan bi xwe re hilgirtiye.

Polisê Manheimê di derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxyaniyek da û tê de ragihand kesek bi tena serê xwe êrişî amfiya zanîngê kiriye.

Li aliyê din Zanîngeha Heidelbergê bi rêya emailê xwekarên xwe agahdar kir û ji xwendekaran xwest ku neçin cihê bûyerê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst