Li Almanyayê 7 kes bi tohmeta alîkariya DAIŞê hatin girtin

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya DAIŞ Girtin Kampa Holê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Çarşemê li çendîn eyaletên Almanyayê 7 kes bi tohmeta ku alîkariya darayî ji endamên DAIŞê re şandine Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin girtin.

Serdozgeriya Federal a bajarê Karlsruhe yê Almanyayê ragihand, li eyaletên Baden-Wurttemberg, Bremen, Hamburg, Hessen, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz ên Almanyayê û li Hollandayê jî li 19 ciyan lêgerîn hatine kirin û di encamê de 7 kes hatine girtin.

Li gorî nûçeya malpera ZDF a Almanî ku dispêre dozgeriyê, ji van girtinan 4 kes li Nordrhein-Westfalen, yek jî li Baden-Wurttemberg, Rheinland-Pfalz û Bremenê hatine girtin.

Herwiha dozgeriyê ragihand ku 4 jin û 3 mêr bi wê yekê tên tawanbarkirin ku bi rêya darayî piştgiriyê dane çalakiyên terorîstî yên DIAŞIê. Tê gotin ku ew kesên hatine girtin girêdayî toreke navdewletî ne ku bi alîkariyan piştgiriya DAIŞê li Sûriyê dikin.

Li gorî dozgerê federal, sedema serdegirtina sereke, tora fînansê ya navneteweyî bû. Di serdegirtinê de belgeyên têkildarî pereyan û hilgirên daneyan ên ku dibe ku ji bo danûstandina bi fonan re hatine bikaranîn hatine desteserkirin.

Ji sala 2020an ve, du alîgirên DAIŞê bi rêya servîsa Telegramê, pere ji DAIŞiyên li Sûriyê re kom kirine. Her wiha hat ragihandin ku wan herî kêm 65 hezar Euro pere kom kirine û şandine Sûriyê.

Herwiha serdozgerê federal da zanîn ku ew pereyên ku hatine komkirin ji DAIŞiyên ku li Kompa Holê û Kampa Roj ên Rojavayê Kurdistanê dimin re hatiye bikaranîn û got “Di hin rewşan de, pere ji bo ku girtiyan birevinîn an jî bi qaçaxî ji kampan werin derxistin hatine bikar anîn.”

Li aliyê din Wezîra Navxwe ya Almanyayê  Nancy Faeser got “metirsiya terora îslamîstan bilind e. Em pir hişyar in û helwesta xwe ya tund li dijî îslamîstan berdewam dikin."

Wezîrê Dadê yê Almnayayê Marco Buschmann jî diyar kir ku li dijî "terora îslamî" bi biryarî çalakî hatin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst