Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê di xwendina xwe de bû yekem

19-06-2023
RÛDAW
Rama Milî di bekelorya de li seranserî Almanya bû yekem
Rama Milî di bekelorya de li seranserî Almanya bû yekem
Nîşan Almanya Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê Yekem Rama Milî Raperîn Elî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekara ji Rojavayê Kurdistanê Rama Milî di bekelorya de li seranserî Almanya bû yekem û Raperin Elî jî ku ji Rojavayê Kurdistanê ye li Almanyayê pileyeke baş bi dest xwe ve aniye.

Rama Milî keçeke ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Hesekê ye, li seranserê Almanya di bekelorya de yekemîn derketiye, kesekî ji wl baştir neaniye.

Rama Milî %100 aniye, li gor notên bekelorya Almanya 0.7 aniye, yanî “ji baştir hêj baştir” aniye ku pileya ya herî baş 1.0, wê 0.7 aniye. Rama Milî ji pola 5 ve her yekemîn derdikeve.

Ew xwendekara ji Hesekê ji 2012 ve tevî li malbata xwe li Almanyayê dimîne, niha li bajarê Bonnê ye. Rama Milî gelek alîkariya ciwanên Rojavayê Kurdistanê dike ji bo fêrbûna zimanê Almanî.

Raperîn Elî yek ji keçên serkeftî ye

Xwendekara ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya di xwendina xwe de serkeftî ye.

Raperîn Elî ji Qamişlo ye û li Almanyayê pileya 1.3 bi dest xwe ve aniye.

Raperîn Elî li bajarê Bochumê dimîne, ji malbata Ako ye, di sala 2016 de tevî malbata xwe çûye Almanyayê.

Di nava 6 mehan de hemû ezmûnên zimanê Almanî derbas kirin, wê jî nota 1.3 bi dest aniye.

Raperîn Elî dixwaze beşa bijîşkî bixwîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst