Li Almanyayê li ser tûndrewiyê hişyarî tê dayîn

21-06-2023
RÛDAW
Li Almanyayê li ser tûndrewiyê hişyarî tê dayîn
Li Almanyayê li ser tûndrewiyê hişyarî tê dayîn
Nîşan Almanya Tûndrewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Almanya, xwediyê bihêztirîn aboriya Ewropayê ye tevî zêdetir ji 15 milyon koçber û penaberan. Dibe ku çîroka tûndrewiyê dubare bibe ku dişibe salên 1930 û 1940an.

Li herêma Sachsen a li rojhilatê Almanyayê, kesekî bi navê Peter erdekî bi navê "Şahinşahiya Almanyayê" ava kiriye û xwe jî wek şah ragihandiye.

Welatiyê Almanyayê yê Çalakvanê Rastgir Peter got, “Paseport, dirav û karta bankayê ya me bi xwe heye.”

5 hezar endamên qaşo şahinşahiyê hene û çavên wan li wê yekê ye hemû Alman bidin pey şopa wan. Ew bi Almanyaya Nazî bawer dikin û îtirafê bi desthilata Almanyayê ya piştî şerê cîhanê yê duyem hatiye avakirin nakin.

Di Kanûna par de hêzên ewlekariyê yên Almanyayê êrîşeke çekdarî ya bo ser parlamentoyê têk birin û Wezîrê Dadê Marco Buschmann, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê metirsiya li ser demokrasiya Almanyayê de hişyarî da û bal kişande ser Tevgera Welatiyên Reich ku tevgereke rastgir e. Peter ne endamê wê tevgerê ye lê venaşêre ku armanca wî wergirtina desthilatê ye.

Welatiyê Almanyayê yê Çalakvanê Rastgir Peter anî ziman, “Ev e armanca me, wergirtina desthilata Almanyayê armanca me ye lê eger gel bixwaze. Eger naxwazin jî bila ligel wî tiştî bijîn ku pê kêfxweş dibin.”

Îstixbarata Almanyayê behsa wê dike ku sala 2022an 39 hezar Almaniyan peywendî bi komên rastgir re kirine. Salek berê jî ev hejmar 34 hezar bû. Li gor îstixbarata Almanyayê baweriya 14 hezar kesan bi tundûtûjiyê heye.

Serokê Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê Thomas Haldenwang got, “Metirsiya herî mezin a li ser demokrasî û ewlekariyê hê jî ji rastgiriyê tê. Em di wê baweriyê de ne ku gelek kes hene, amade ne tundûtûjiyê bikar bînin daku bigihin armancên tundrew.”

Rastgir li dijî koçberan e û dibêjin, divê piraniya wan vegerin welatên xwe. Ji Misilmanê niştecihê Rojhilatê Almanyayê Selman Malîk re ji ber mizgefta ku dixwaze veke gelek nameyên gefxwarinê hatine şandin.

Sala 2022an tawanên komên rastgir ên Almanyayê li gor sala 2021an %35 zêde bûne. Êrîşên tundûtûjiyê jî %55 zêde bûne. Piraniya wan li rojhilatê Almanyayê li dijî koçberan hatine kirin. Nîgeraniya mezin ji tevgera siyasî ye ku li Parlamentoya Almanyayê hejmara kursiyên rastgiran zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst