Wezîrê Karên Derve yê Palauyê: Guherîna keşûhewayê bandoreke mezin li welatê me kiriye

23-09-2023
Sinan Tunçdemir
Nîşan Gustav N. Aitaro Palau Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Wezîrê Karên Derve yê Palauyê Gustav N. Aitaro diyar kir ku guherîna keşûhewayê bandoreke mezin li welatê wî dike.

Gustav N. Aitaro got “Em bi hevkarên xwe re dixebitin ku bi perwerdehiyê hişyariya li dijî xetereyan zêde bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Palauyê Gustav N. Aitaro ku ji bo civîna 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr da.

Rûdaw: 78emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir. Ezmûna te ya îsal çawa ye?

Gustav Aitario: Ez par di civîna 77emîn de li vir bûm û di navbera îsal û par de cudahiyeke mezin heye. Li vir gelek kes hene û gelek welat jî tên temsîlkirin. Gelek rêxistinên piçûktir jî li vir in ku ji bo her kesî gavek pêş de ye. Ev derfetek e ku corona, ji nû ve beşdar bibin û ne tenê li ser pirsgirêkên navneteweyî, lê di heman demê de li ser karûbarên navxweyî jî bisekinin. Ev ezmûna min bû.

Rûdaw: Dema behsa mijarên navdewletî dibe, her kes behsa wê dike. Lê welatê we çi ye? Pirsgirêka herî mezin li welatê we çi ye?

Gustav Aitario: Mîna piraniya neteweyên giravên piçûk, guherîna keşûhewayê bandoreke pir mezin li ser welatê me dike, mîna piraniya welatên pêşkeftî yên ku li giravan in. Ji ber vê yekê, em wekî Palauyê li hêviya vê civînê ne ji ber ku guherîna keşûhewayê ji bo me mijarek pêşîn e, hem navneteweyî û hem jî neteweyî.

Rûdaw: Bi dîtina we serkirde helwêsteke guncaw li ser guherîna avhewayê distînin?

Gustave Aitario: Belê, em li ser wê diaxivin û her weha em li ser perwerde û bilindkirina hişyariyê jî diaxivin, ne tenê ji bo welatên piçûk, lê ji bo hevkarên me yên mezin jî. Hevkarên me ne tenê li ser asta welat, di heman demê de hevkarên me yên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên ku alîkariya me dikin ku em ji bo perwerdehiyê hewl bidin. Em fêm dikin ku guherîna keşûhewayê bandorê li hemû welatên cîhanê kiriye. Lê em herî zêde di xetereyê de ne. Dibe ku peravên welatê min bi qasî beşeke piçûk a welatekî din biçûk bin, lê bandorek mezin li ser me dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst