Luhut Binsar Pandjaitan: Giyayê deryayê alîkariya parastina cîhanê dike

25-09-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Veberhênan û Deryavaniyê yê Endonezyayê Luhut Binsar Pandjaitan Endonezya Guherîna Keşûhewayê Gihayên Deryayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Veberhênan û Deryavaniyê yê Endonezyayê Luhut Binsar Pandjaitan diyar kir ku giyayê deryayê alîkariya parastina cihanê dike.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Luhut Binsar Pandjaitan ji Rûdawê re diyar kir ku gelek lêkolîn li ser giyayên deryayê tên kirin ku dikare alîkariya avhewayê, kêmkirina bandora karbondîoksîtê û plastîkê bike.

Luhut Binsar Pandjaitan behsa pirsgirêka guherîna avhewayê jî kir û got:

“Pirsgirêka avhewayê îro pir girîng e.

Gelek kes li ser giyayên deryayê lêkolînan dikin.

Giyayê deryayê dikare pir alîkariya parastina cîhanê bike.

Ji ber ku giya dikare karbondîoksîtê kêm bike û xwedî potansiyeleke mezin e.

Em hîn li ser nebatan lêkolînan dikin.

Ev giya dikare alîkariya kêmkirina plastîkê bike ku niha pirsgirêka herî mezin e û gelek plastîk ber bi deryayan ve tên avêtin.”

Gihayê deryayê di kûrahiya okyanûsan de şîn dibe, bi gelemperî ji bo kêmkirina bandorên guhastina avhewayê çend feydeyên wê yên sereke hene û ew jî wiha ne:

Kêmkirina karbonê: Ev giya dikare pêlên mezin ên karbonê ji nava hewa û avê bigire û bandora gaza serayê ya li ser av û hewayê kêm bike.

Hilberîna oksîjenê: Mîna daran li nava deryayê fotosentezê dike oksîjenê dide hewayê.

Kêmkirina asîta nava avê: Giyayên deryayî bi rêya oksîjenê asîta li nava avê kêm dikin û bi vî rengî organîzmayên avî ji zerera asîta zêde diparêzin.

Paqijkirina avê: Giyayên deryayî wekî parzûnekê tevdigerin û kalîteya ava derya û okyanûsan zêdetir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst