Wezîrê Brîtanyayî: Yekgirtina di nava Herêma Kurdistanê de pêwîst e

23-09-2023
Diyar Kurde
Lord Tarik Ahmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lord Tarik Ahmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lord Tarik Ahmed Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Îraq Herêma Kurdistanê Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tarik Ahmed, diyar kir ku “Yekgirtina di nava Herêma Kurdistanê de pêwîst e.”

Navîn Lord Tarik Ahmed, ji bo ku beşdarî 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, li New Yorkê ye.

Wezîrê Dewleta Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tarik Ahmed, pirsa Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivand.

“Yekgirtina pêwîst e”

Lord Tarik Ahmed destnîşan kir ku pêwendiyeke wan a xurt bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye û got, “Yekgirtina di nava Herêma Kurdistanê de pêwîst e.”

Wezîr Lord Tarik Ahmed, li ser pêwendiya Brîtanyayê ya bi Hewlêr û Bexdayê re got:

“Pêwendiya me û her du aliyan pêwendiyeke gelekî baş e. Destpêka îsal ez çûm Îraqê û ez û Serokwezîrê Îraqê civiyan.

Ez Wezîrê Karên Derve jî nas dikim. Ew hevalê min e û pêwendiya me gelekî baş e.

“Pêwendiya me û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî baş e”

Heman tişt ji bo Hikûmeta Kurdan re jî derbasdar e. Bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî pêwendiyeke me ya gelekî baş heye. Ez Serokwezîr Mesrur Barzanî jî baş nas dikim.”

“Em amade ne”

Lord anî ziman ku ew ji bo bihêzkirina pêwendiya Hewlêr û Bexdayê jî amade ne û pê de çû:

“Ez garanitiyê didim, wekî dostê her du aliyan em ji bo hêsankirin û bihêzkirina hevahengiya Hewlêr û Bexdayê amade ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst