Mark Rutte: Pêwendiyên me yên gelekî dostane bi Îraq û Hewlêrê re hene

23-09-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte
Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte
Nîşan Mark Rutte Holanda Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte got ku pêwendiyên wan ên pir dostane bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hene û hewl didin ku ew welat aram be.

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Mark Rutte got, “ Pêwendiyên me yên gelekî dostane bi Îraq û Herêma Bakur ango Hewlêrê re hene.

Em her weha li kû derê û bi çi awayî çi ji destê me tê em hewl didin alîkariyê bikin da ku welat aram bimîne.”

Li ser pirsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Rutte wiha bersiv da:

“Divê haya me jê hebe ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Îraqê de nekin.

Bê guman, em hewl didin ku gavên pêwîst bavêjin cihê ku hewcedariya me bi alîkariyê heye bêyî ku aliyekî aciz bikin.”

Çend roj berê Mark Rutte di çarçoveya civînên 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kiribû.

Serokwezîrê Holandayê Rutte hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Sûdanî re ji Rûdawê re nirxand û got ku “têkiliyeke dostane” ya Îraq û Holandayê heye.

Di daxuyaniya li ser malpera Serokwezîrê Îraqê de wiha hat gotin:

“Hevkariya di navbera her du welatên dost de hat gotûbêjkirin.

Di vê hevdîtinê de tekezî li ser rijdbûna wan a ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî û pêşxistina hevkariyên aborî ji bo berjewendiya gelên Îraq û Holandayê hat kirin.

Holanda, welatekî NATOyê ye û di nav Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de cih digre.

Holanda, li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dide hêzên Pêşmerge û li Îraqê jî perwerdehiyê dide hêzên ewlehiyê yên Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst