Beşek ji misilmanên Almanyayê di kenîseyekê de nimêj dikin

23-05-2020
RÛDAW
Nîşan Almanya Neuköllnku Martha Lutheran Kreuzberg Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê kenîseyekê deriyê xwe li pêş misilmanan vekir, ji ber ku bi sedema rêkarên xweparastina ji koronayê mizgeftê têrî misilmanên navçeyê nekir.

Hikûmeta Almanyayê roja 4ê vê mehê, rê bi vekirina perestgehan da, lêbelê bi mercê cîbicîkirina rêkarên tendirustî û ji hev dûrsekinîna serdankeran bi qasî metre û nîv. Ji ber wê yekê Mizgefta Dar es Selam li bajarê Neuköllnku rûberê wê biçûk e û têrî hemû misilmanên wê navçeyê nake.

Lêbelê Kenîseya Martha Lutheran li Kreuzberg hevkariya misilmanan kir û ji bo nimêja Înê di meha Remezanê de deriyê xwe li ber misilmanan vekir.

Melayê mizgeftê jî ji ajansa Reutersê re ragihand, “Ev nîşaneyeke baş û dilxweşker e. Vê petayê (corona) em weke yek komelgeh nîşan da û krîz xelkê zêdetir li hev nêzîk dikin.”

Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier duh Cejna Remezanê li misilmanên wî welatî pîroz kiribû û tekezî li wê kiribû, ew rê nadin li Almanyayê êriş li ser mizgeft û misilmanan çê bibin.

Li gor hinek amarên ne fermî yên sala 2016, nêzikî 4 milyon û 500 hezar misilman li Almanyayê dijîn, wate nêzikî 5.5% rûniştvanên wî welatî misilman in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst