Trump Hûsî careke din xistin lîsteya terorê

23-01-2025
Nîşan Trump Hûsî Yemen Lîsteya Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump biryar da ku Hûsiyan ji nû ve bixe lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.

Serokê Amerîkayê Trump bi fermaneke serokatiyê ragihand ku wî Hûsiyên Yemenê careke din xistine lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.

Trump diyar kir ku wî sala 2021ê di rojên dawî yên desthilata xwe de Hûsî xistibûn nav vê lîsteyê lê Biden ew ji lîsteyê derxistibûn.

Trump anî zimên ku Îran "çalakiyên terorê" bi rêyên curbicur li herêmê belav dike û rêxistina bi navê "Ensarulah" ku bi navê Hûsiyan tê zanîn jî di vê çarçoveyê de tê bikaranîn.

Trump got ku bi taybetî ji ber êrişên li ser keştiyên li Deryaya Sor divê êdî ev rêxistin ji nû ve bikeve lîsteya terorê.

Li gorî fermana Trump, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dê Hûsiyan di nav 30 rojî de bi awayekî fermî ji nû ve bixe lîsteya rêxistinên terorê.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Antony Blinken 16ê Sibata 2021ê ragihandibû ku wan rêxistina Ensarulahê (Hûsî) ji lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî derxistiye.

Hatibû gotin, ew biryar ji ber ku li Yemenê rewşa mirovî gelekî xerab bûye hatiye dayîn.

Divê were gotin ku Trump berê di rojên xwe yên dawî yên serokatiya xwe de Hûsî xistibûn lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst