Amerîka, Îsraîl û Brîtanyayê baregehên Hûsiyan bi tundî bombebaran kirin

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yemen Sena Amerîka Hûsî Îsraîl Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka, Îsraîl û Brîtanyayê baregehên Hûsiyan ên li Senaya Yemenê bi tundî bombebaran kirin.

Serokê Amerîkayê Donald fermana êrişeke berfireh a esmanî û mûşekî li ser Hûsiyên Yemenê daye û heta niha kuştina 31 kes û 100 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyan amaje bi wê yekê kir ku pêgehên Hûsiyan li 6 parêzgehên Yemenê hatine armancgirtin.

Piştî êrişê, Trump di peyamekê de hişyarî da Îranê û daxwaz kir ku êrişên Hûsiyan di demeke kurt de rawestîne û diyar kir ku eger Îran gefê li Amerîkayê bike, "em dê we berpirsyar bizanin û nerm û nerm jî nabin."

Ev êriş di demekê de ne ku Trump dest bi zêdekirina zextan li ser Îranê kiriye, di demekê de ku daxwaza danûstandinan jî derbarê programa navikî ya wî welatî dike.

Trump ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê got:

"Ji bo Hûsiyên terorîst: Dema we bi dawî hatiye û divê êrişên we jî bisekinin.

Ji îro ve eger êriş bi dawî nebin, dojehek dê li ser we de bibare ku berê we nedîtiye!"

Li gorî Hûsiyan, di encama êrişên Amerîkayê de herî kêm 31 kes hatine kuştin û 101 kesên din jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di peyamekê de ragihand ku ew êriş dê bibin beşek ji êrişa berfireh a artêşa Amerîkayê li ser Hûsiyan.

Ji aliyê xwe ve Hûsiyan gefa bersivdana Amerîkayê xwarin û ragihandin, ew êriş "sûcên şer in û hêzên çekdar ên Yemenê bi temamî amade ne ku bersiva êrişan bidin."

“Îran hatiye hişyarkirin”

Hûsiyan ji Çiriya Paşîn a 2023yan ve, yanî piştî destpêkirina şerê Xezeyê, zêdetirî 300 caran keştiyên leşkerî yên Amerîkayê û keştiyên bazirganiyê li Deryaya Sor kirine armanc.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth di peyamekê de li tora civakî ya Xê got:

"Hûsiyan keştî, balafir û leşkerên Amerîkayê kirine armanc, ev dê bê çavgirtinê neyê derbaskirin.

Îrana ku piştgirê wan e jî hatiye hişyarkirin! Azadiya hatûçûna di nava deryayê de dest pê dike."

Li aliyê din, Hemasê jî li ser êrişên li Senayê daxuyaniyek belav kir û got:

"Em bi tundtirîn şêwe êrişên esmanî yên Amerîka û Brîtanyayl ku taxeke sivîlan a li Sena paytextê Yemenê armanc kiriye şermezar dikin û em vê wekî binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî dibînin û ev êriş li dijî serwerî û aramiya Yemena bira ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst