Dusseldorf (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) Seyran Papoyê bangê Kurdan kir ku di hilbijartinên 23yê Sibatê de biçin ser sindoqan.
23yê Sibatê li Almanyayê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal tên lidarxistin.
Li Almanyayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ev hilbijartin wekî hilbijartina "herî hestyar" tê binavkirin.
Namzeda CDUyê Seyran Papo di Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê ya ku Hêmîn Ebdulla pêşkêş dike de li ser hilbijartinan axivî.
Papoyê girîngiya çûna Kurdên li Almanyayê ya ser sindoqan anî zimên û diyar kir ku hilbijartin ji bo tevahiya welêt girîng in.
"Divê em derfetê nedin yên nedemokrat"
Papoyê bi bîr anî ku li Almanyayê zêdetirî 2 milyon welatiyên bi eslê xwe Kurd û Tirk dijîn û got ku ev hilbijartin ji aliyê hevsengiya siyasî ya welêt ve gelekî girîng in û wiha pê de çû:
"Divê em çarenûsa Almanyayê nedin destê kesên nedemokrat. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku her kes dengê xwe bide."
Siyaseta koçberiyê ya CDUyê
Seyran Papoyê teqez kir ku CDU ne partiyeke dijî koçberan e û bi bîr xist ku Serokwezîra berê Angela Merkel sala 2015an derî li koçberan vekiribû.
Papoyê diyar kir ku Almanya deriyê xwe ji mexdûrên şer re vekirî dihêle lê koçberiya bêkontrol dibe sedema hin pirsgirêkên ewlehiyê.
"Em koçberan qebûl dikin lê ewlehî di pêşiyê de ye"
Her wiha Papoyê diyar kir ku sala 2024an zêdetirî 172 hezar koçber ketine Almanyayê diyarkirina nasnameya koçberan girîng e.
Li aliyê din Papoyê anî zimên ku li hin herêmên Almanyayê pirsgirêkên ewlehiyê zêde bûne û bi taybetî yên ku sûc dikin di nav civakê de bêaramiyê çêdikin û got:
"Em jî li vî welatî dijîn. Erê, dibe ku em Kurd bin lê mafên me hene û em dixwazin ewlehiya me were dabînkirin."
Parlamentera CDUyê teqez kir ku hilbijartin ji bo Kurdên li Almanyayê jî gelekî girîng in û got ku divê her kes biçe ser sindoqan û mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse