Li Almanyayê êrişa bi kêrê: Yek jê zarok 2 kes hatin kuştin

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Aschaffenburg Êrişa Bi Kêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Aschaffenburgê yê eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê di êrişeke bi kêrê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Parka Schontalê ya bajarê Aschaffenburgê kesekî 28 salî yê ji Efxanistanê bi kêrê êrişî derdorê kir.

Di encamê de zarokekî 2 salî yê bi eslê xwe ji Mexribê ye û kesekî 41 salî hatine kuştin.

Her wiha hat ragihand ku di êrişê de 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê

Li gorî nûçeya rojnameya Der Spiegelê, êrişkarê Efxan ê bi navê Enamullah O. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst