Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li Amerîkayê bi Serokerkanê Giştî yê Îsraîlê Herzi Halevi re civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê, Kurilla û Halevi 19ê Sibatê li bajarê Tampayê ya eyaleta Floridayê ya Amerîkayê li baregeha CENTCOMê hatine ba hev.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser hevkariya "kûr û mayînde" ya parastinê ya di navbera her du welatan de guftûgo kiriye.
Kurilla û Halevi her wiha rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn nirxandiye û bi taybetî jî li ser rawestandina pevçûnên li Libnanê, agirbesta li Xezeyê û Hûsiyên li Yemenê axivîne.
Divê were gotin ku Kurilla û Halevi herî dawî 7ê Sibatê li Îsraîlê jî li hev civiyabûn.
USCENTCOM Commander Hosts Chief of Staff of the Israeli Defense Forces
— U.S. Central Command (@CENTCOM) February 20, 2025
On 19 February, Gen. Michael Erik Kurilla, Commander of U.S Central Command (CENTCOM), hosted Chief of Staff of the Israeli Defense Forces (IDF), Lt. Gen. Herzi Halevi at CENTCOM Headquarters in Tampa, Fla.… pic.twitter.com/x6NFn7Gs1S
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse