Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê guherî

25-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hêzên Hevpeymaniyê CENTCOM Joel B. Vowell Matthew McFarlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de guherînek çêbû.

General Joel B. Vowell bû fermandarê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê guherînê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

CENTCOMê da zanîn ku ji bo guherînê li Bexdayê mesîmek hatiye lidarxistin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurrilla serokatiya merasîma guherînê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku General Joel B. Vowell, li şûna General Matthew McFarlane bi awayê fermî bû Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê.

"Mîsyona me têkbirina DAIŞê ye"

Joel B. Vowell amaje pê kir ku azadiyeke wan a "hema hemayî" heye û got:

"Mîsyona me ya li vê derê ew e ku em ji bo têkbirina DAIŞê xebatên xwe bidomînin û ji bo pêşxistin û serbixwebûna hêzên xwe yên heveş bibin alîkar.

Ev dê bibe xala min a fokusê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst