Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Pirsgirêka koçberan a li welatê me pirsgirêkeke Ewropî û navneteweyî ye

20-09-2023
Diyar Kurde
Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Antonio Tajani
Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Antonio Tajani
Nîşan Antonio Tajani Îtalya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Antonio Tajani ragihand, krîza koçberan li wî welatî ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ye, herwiha pirsgirêkeke Ewropa û navdewletî ye jî.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Antonio Tajani bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da

Antonio Tajani li ser pirsgirêka koçberan a li Îtalyayê diyar kir ku ji bo kontrolkirina krîza koçberan pêwîstiya Îtalyayê bi hemû saziyên navneteweyî heye.

Tajani got, “Pirsgirêk ev e, divê li dijî kesên ku bazirganiya mirovan dikin gavên bihêz bê avêtin.

Bazirganiya mirovan wekî bazirganiya madeyên hişbir û çekan e. Em bi koçbriya qanûnî re ne.

Pêwîstiya me bi kesên di sektora çandiniyê, pîşesaziyê de bixebitin heye, lê ji bo me zehmet e ku her roj bi hezaran kes tên ji ber ku dixwazin biçin Almanya û Fransayê, naxwazin li Îtalyayê bimînin.

Ev girîng e û pêwîstî bi tevgereke Ewropayê heye.

Li gorî min divê Neteweyên Yekbûyî rolekê bilîze da ku encameke erênî derkeve.”

Li gorî rayedarên Îtalyayê di hefteya derbasbûyî de zêdetirî 10 hezar koçber bi rêya deryayê derbasî girava Lampedusayê ya li başûrê Îtalyayê bûne û vê yekê jî zexteke mezin li Îtalyayê kiriye.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstiya wan bi hevkariya hemû aliyan heye.

Antonio Tajani got, “Pêdiviya me bi rola her saziyeke navneteweyî heye, ji ber ku pirsgirêk Efrîqa ye, aramiya welatên biyabana Efrîqayê ye, welatên Rojhilata Navîne.

Li Sûriye û Efxanistanê binêrin, mirov ji wan welatan derdikevin, ji ber ku rewş pir tevlihev e.

Ev ne tenê pirsgirêka Îtalyayê ye, pirsgirêkeke Ewropî û navneteweyî ye.”

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Îtalyayê, îsal zêdetirî 126 hezar koçber bi rêya deryayê derbasî Îtalyayê bûne ku piraniya wan ji welatên bakur û naverata Efrîqayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst