Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Volker Perthes got, "Divê cezayên li ser Sûriyeyê ji bo başbûna aborî ya welat piştî şerê bi salan bên rakirin."
Alîkarê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û şêwirmendê Sûriyeyê Volker Perthes, ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno got:
“Tiştê ku Sûriye niha pêdivî pê heye, vejîneke aborî ye. Sûriyeyiyên li diyasporayê amade ne veberhênanê bikin lê cezayên hene ji bankayan re dibin asteng.”
Yekîtiya Ewropayê meha adarê soz da ku dê 2.7 milyar dolar alîkarî bide Sûriyeyê.
Çend hefte berê Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser sektorên enerjî, veguhastin û bankan ên Sûriyeyê rawestandibû.
"YE nikare pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyeyê çareser bike"
YEyê diyar kir ku ew dê "rewşê ji nêz ve bişopîne" û hişyarî da ku heke hikûmeta nû "di riya rast de bi pêş ve neçe" dibe ku cezayên han ji nû ve bên sepandin.
Perthes diyar kir ku paşeroja Sûriyeyê ne di destê YEyê de lê di destê Sûriyeyiyan de ye û got:
“YE nikare pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyeyê çareser bike. Em dikarin ji bo dadmendiya dewra guherînê şîret an piştgiriyê bidin lê di encamê de ev biryarên Sûriyeyê ne."
Volker Perthes diyar kir ku divê siyaseta Ewropayê ya derbarê Sûriyeyê girêdayî têkiliyên derve yên Şamê nebe û diyar kir ku Sûriyeyê ji bo sînordarkirina rola Îran û Rûsyayê di siyaseta navxweyî de "biryarên zelal" wergirtine.
"Karê Sûriyeyê ye ka çawa bi Rûsyayê re tevdigere”
Perthes di berdewamiy axaftina xwe de got:
"Çawa Sûriyeyî bi Rûsyayê re tevdigerin, karê wan e. Gelo ew mafên benderê li Tartûsê didin Rûsyayê yan na, ev ne mijareke ku Ewropî biryarê li ser bidin."
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmeş Şer meha borî kabîneya xwe ya nû eşkere kir.
Ehmed Şer di bin zexta navdewletî de ye ku hikûmeteke berfireh û demokratîk ava bike.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku Almanya û Ewropa "amade ne alîkariya rêveberiya nû bikin di rakirina cezayan de ji bo ji nû ve avakirinê lê divê ev pêvajoyeke siyasî be ku hemû alî û hemû aktor tê de beşdar bin."
Baerbockê her wiha got, "Almanya û Ewropa amade nînin ku fonan bidin Îslamiyên radîkal."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse