Ukrayna: Di êrişa Rûsyayê de 31 kes mirin

13-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Ukraynayê Îgor Klimenko ragihand ku di êrişa bi mûşekên balîstîk a artêşa Rûsyayê de li bajarê Sumiyê 31 kes hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Ukraynayê Îgor Klimenko di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir, diyar kir ku artêşa Rûsyayê êrişeke bi mûşekên balîstîk li bajarê Sumiyê pêk aniye.

Îgor Klimenko ragihand ku li gorî tespîtên destpêkê di encama êrişê de 31 kesan jiyana xwe ji dest daye, 80 kes birîndar bûne.

Xebatên lêgerînê berdewam dikin

Bi gotina Îgor Klimenko xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku Rûsyayê êrişî Sumiyê kiriye.

Zelenskyy destnîşan kir ku saziyên perwerdeyê û cihên niştecihbûnê yên li bajêr hatine hedefgirtin û bangî welatan kir ku bertek nîşanî Rûsyayê bidin.

Zelenskyy her wiha got, "Rûsya bi tenê teroreke bi vî rengî dixwaze û vî şerî dirêj dike."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst