Beşar Esed diçe Çînê: Piştî 12 salan cara ewil e

20-09-2023
Nîşan Çîn Sûriye Beşar Esed Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, piştî 12 salan diçe Çînê.

Ev serdana piştî 12 salan dê li ser daxwaza Serokê Çînê Xî Jînpîng pêk were.

Beşar Esed dê di serdana îro de pêşengiya şandeyeke bilind bike.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, serdan dê li ser daxwaza fermî ya Serokê Çînê Xî Jînpîng pêk were.

Di çarçoveya serdanê de, dê li Pekîn û Hangzhouyê rêzecivîn û çalakî werin lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, dê “Lûtkeya Suriye û Çînê” di nava van çalakiyan de cih bigire.

Çînê gelek caran di mijarên şerê navxweyî yên li Sûriyeyê de piştgirî daye Sûriyeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst