El Wetenê cihê civîna Tirkiye û Sûriyeyê eşkere kir

30-06-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Şam Enqere Bexda Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya El Wetenê a Sûriyêyê di raporekê de diyar kir ku dê nûnerên Tirkiye û Sûriyeyê li Bexdayê bicivin.

Karvedanên gotinên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan berdewam dikin.

Li gorî rojnameyê, Tirkiyeyê ji Bexda û Moskowayê xwestiye ew bêyî hebûna medyayê amade ye bi Sûriyeyê re civînên dualî pêk bîne û dest bi danûstandinê bike.

Rojnameya El Wetenê di raporekê îdîa kir ku dê dîplomatên Sûriye û Tirkiyeyê li Bexdayê bicivin.

Li gorî çavkaniyên Rojnameya El Wetenê, civîn dê bibe destpêka pêvajoyeke dirêj a danûstandinên her du welatan ên di warên têgihîştina siyasî û meydanî.

Çavkaniyan diyar kiriye dê biryar li ser gavên cidî bên avêtin.

Li gorî çavkaniyên El Wetenê, Erebistana Siûdî, Rûsya, Çîn jî piştgiriya danûstandina asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê dikin.

Rojnameyê îdîa jî kir ku Îran û Amerîka gavên asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê erênî dibînin.

Divê were gotin ku beriya niha jî Rojnameya El Wetenê di nûçeyeke xwe de ragihandibû ku helwesta Sûriyeyê ya li beramberî Enqereyê neguheriye.

Herwiha Akademîsyen Bîlal Sambur jî li ser asayîkirina pêwendiyan Şam û Enqereyê ji Rûdawê re axivî.

Bîlal Sambur amaje bi zemîna hevdîtinên îstixbaratî yên Sûriyê û Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku Rûsya û Îraq ji bo danûstandinên Sûriye û Tirkiyeyê navbeynkariyê dikin.

Esed û Erdogan behsa asayîkirina pêwendiyan dikin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdodgan roja înê li ser danûstandinên bi Beşer Esed re wiha got:

“Ji bo em pêwendiyê daneynin ti sedem nîne. Çawa ku me di demên borî de pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re zindî hiştin, wekî hûn dizanin me bi birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin kirin, ne pêkan e ku em bibêjin sibe jî nabe, dê dîsa bibe.”

Divê were gotin, beriya bi demekê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî eşkere kiribû ku bi şertê ku rêz li serweriya wan were girtin ew amade ne pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst