Erdogan: Em dikarin her kêliyê Esed vexwînin

07-07-2024
RÛDAW
Nîşan Beşar Esed Şam Enqere Tirkiye Sûriye Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew dikarin her kêliyê de Beşar Esed vexwînin Tirkiyeyê.

Recep Tayyîp Erdogan doh ji bo temaşekirina maça Holenda û Tirkiyeyê ya EURO 2024ê çûbû Almanyayê.

Erdogan li ser rêya vegerê di balafirgehê de bersiv da pirsên rojnamegeran ên li ser rojeva Tirkiye û cihanê.

Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan Şam û Enqereyê wiha got:

“Em niha hatine wê astê eger, Beşar Esed di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiyeyê de gavekê bavêje em jî dê bi heman awayî nêzîkî wî bibin.

Em berê bi Sûriyeyê re ne dijmin bûn, bi malbatî me û Beşar Esed hevdû didît.

Em dê wî vexwînin. Înşalah em dixwazin pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê dîsa wekî berê bînin asteke baş.

Em dikarin her kêliyê Beşar Esed vexwînin. Helwesta birêz Putin ew e ku hevdîtin li Tirkiyeyê pêk were.

Helwesta Serokwezîrê Îraqê jî di vî warî de heye.

Em li her deverê behsa navbeynkariyê dikin çima bi cîranên xwe re kesên li ser sînorên xwe re ew navbeynkariya me nebe?”

Esed: Divê rêz li serweriya me were girtin

Herî dawî Erdogan ragihandibû ku eger Serokê Rûsyayê here Tirkiyeyê dibe ku ev yek bibe destepêka pêvajoyeke nû û ew Beşer Esed vexwînin Tirkiyeyê.

Divê were gotin, beriya bi demekê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî eşkere kiribû ku bi şertê ku rêz li serweriya Sûriyeyê were girtin ew amade ne pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî li ser hewlên asayîkirina pêwendiyan Şam û Enqereyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku asayîkirina pêwendiyan bi Tirkiyeyê re komployeke mezin e li dijî gelên Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst