Hewlêr (Rûdaw) – Depertmana Kar û Barên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Amerîka ji civîna Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî memnûn e.”
Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî 16ê vê mehê li Hewlêrê li hev civiyan.
“Amerîka memnûn e”
Depertmana Kar û Barên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê civînê daxuyaniyek da û got:
“Amerîka ji civîna di navbera Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya 16ê Kanûna Paşîn memnûn e.”
The United States welcomed the January 16 meeting between Kurdistan Democratic Party President Masoud Barzani and Syrian Democratic Forces Commander General Mazloum Abdi. Intra-Kurdish dialogue can play a critical role in bolstering an inclusive political transition in Syria.
— U.S. State Dept - Near Eastern Affairs (@StateDept_NEA) January 19, 2025
“Diyaloga di navbera Kurdan de dikare roleke girîng bilîze”
Di daxuyaniyê de qala girîngiya diyaloga di nav Kurdan de hat kirin û hat gotin:
“Diyaloga di navbera Kurdan de dikare roleke girîng di bipêşvebirina veguhastina siyasî ya lixwegir a li Sûriyeyê de bilîze.”
#VÎDEO - Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 16, 2025
Mezlûm Ebdî piştî civînê vegeriya Rojavayê Kurdistanê#Rojava #Barzanî #Kurdistan pic.twitter.com/tZnegRuGvA
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse