Almanya - Ji ber binpêkirinên li Efrînê li dijî Tirkiyeyê doz hat vekirin

19-01-2024
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Efrîn Dagirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du Rêxistinên Almanyayê li dijî Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên li Efrînê doz vekir.

Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Ji ber şer û pevçûnan bi hezaran Kurd koçber bûn.

Piştî ku Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku di kontrola Tirkiyeyê de ne û Tirkiye piştgiriyê dide wan Efrînê talan kirin û ziyanên canî û madî gihandin welatiyan.

Sibe 6emîn salvegera êrişên Tirkiyeyê ye. Ango bi dirêjiya 6 salan e, li Efrînê her cure binpêkirinên mafan têne kirin.

Li ser van tewanan, hinek rêxistinên li Almanyayê, li dijî Tirkiyeyê û grûpên çekdar doz vekirin.

“Divê were lêkolînkirin”

Hejmarek xelkê Efrînê, Navenda Ewropayê ya Mafên Mirovan û Rêxistina Sûriyeyîyên ji bo Rastiyê û Dadê li Dozgeriya Giştî ya Almanyayê, li dijî çekdaran û Tirkiyeyê bi tometa binpêkirinên li Efrînê gilî tomar kir.

Di naveroka gilînameyê de, wiha hatiye gotin:

“Binpêkirina mafên mirovan ku ji aliyê milîsên Îslamî yên ser bi Tirkiyê ve tên kirin, li gorî hiqûqa navneteweyî sûc in û li her devereke cîhanê dikarin lêkolînan bikin.”

Berpirsê Karên Navenda Ewropî ya Destûrî û Mafên Mirovan Patrick Crocker diyar kir ku Dozgeriya Federal, ji sala 2011an ve li ser tewananên li Sûriyeyê û bi taybetî li Herêma Kurdî hatine kirin gelek lêkolîn kirine.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst