MSDyê bangî civaka navneteweyî kir: Bila Tirkiye dagirkeriya Efrînê bi dawî bike

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Dagirkirin MSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dagirkeriya li Efrînê şermezar kir û xwest ku ew dagirkerî bi dawî bibe.

Efrîna Rojavayê Kurdistanê 6 sal berê wekî îro, 18ê Adara 2018an hat dagirkirin.

MSDyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

MSDyê diyar kir kir bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin û got:

“Li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û herêmên din ên li bakurê Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser Kurdên resen û sûcên qirkirinê didomînin.”

MSDyê da zanîn ku li herêma Efrînê bi hezaran kes hatine revandin, kuştin û tecawizî wan hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê zêdetirî 250 hezar welatiyên Efrînê hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên çekdaran hatine bicihkirin.

MSDyê bal kişand ser raporên navneteweyî yên derbarê Efrînê û bi bîr xist ku herî dawî jî HRWyê raporek derxist û hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi dagirkeriyê wesif kir.

MSDyê herwiha bangî civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û dewletên Ereban kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî bikin.

Herî dawî MSDyê amaje bi wê yekê dike ku ji ber berdewama siyaseta Tirkiyeyê aştî û ewlehiyê heremê dikeve xeteriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst