Amerîka li ser dagirkirina Efrînê çi dibêje?

15-05-2024
Nîşan Efrîn Tirkiye Dagirkirin Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê, dagirkerî û binpêkirinên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pirsîn.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir ku divê mafên xelkên Sûriyeyê werin parastin.

Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Diyar Kurde bir bîr anî, piştî ku Efrîn hatiye dagirkirin grûpên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de mafên xelkê binpê dikin û sûcên wekî “birîna darên zeytûnan, şewitandina parzûngehên petrolê, avakirina avahiyên bikom ên neyasayî, guhertina demografiyê, şewitandin û tunekirina mîrata çandî û destdanîna ser mal û milkê xelkê” dikin.

Diyar Kurde amaje pê kir ku Kurdên li Efrînê tim di nava tirsê de dijîn û pirsî, “Helwesta Amerîkayê ya li beramberî van binpêkirin û guhertina demografiyê çi ye? Amerîka dê ji van grûpan hesêb bipirse?”

“Em dixwazin Sûriyeyî li gorî yasayan werin parastin”

Vedant Patel diyar kir ku “Divê mafên Sûriyeyiyan werin parastin” û got:

“Li gorî me divê rêz li mafên hemû Sûriyeyiyan were girtin.

Herwiha em dixwazin ev rêzlêgirtin bi awayî be ku di yasayên navneteweyî de heye.

Em dixwazin Sûriyeyî li gorî yasayan werin parastin û ew pêkhateyên ku rûbirûyî metirsiyan dibin jî werin parastin.

Em ji hemû aliyan dixwazin bi awayekî bixebitin ku şertên bihevrejiyana aştiyane xurt bikin û zêdetir rêz li mafan were girtin.

Em dê li Sûriyeyê bi berdewamî giraniya xwe bidin ser binpêkirinên mafên mirovan û destdirêjiyên li ser mafên mirovan.

Herwiha em dixwazin lêpirsînên wanên ku ji van tiştan mesûl in zêdetir bibin.”

“Hûn li ser van tiştan bi Tirkiyeyê re axivîne?”

Vedant Patel pirsa, “Hûn li ser van tiştan bi Tirkiyeyê re axivîne?” jî wiha bersivand:

“Tirkiye endamekî girîng ê NATOyê ye. Em bi berdewamî li ser mijarên cuda diyalogê datînin.”

Diyar Kurde ji bo fêhmkirina helwesta rast a Amerîkayê careke din pirsî, “Hûn li ser van pirsgirêkan axivîne? lê Vedant Patel got ku ew nikare hûrgiliyan bide.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst