Li Meksîkayê 12 ciwan hatin kuştin

18-12-2023
Nîşan Meksîka Eyaleta Guanajuato Ciwan Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Guanajuatoyê ya Meksîkayê hinek kesan bi çekan êrişî şahiyekê kir û 12 ciwan kuştin.

Ciwanan li çewlîga San Jose del Carmenê ya li bajarokê Salvatîerrayê şahiyek li dar dixist.

Hinek kesan bi çekan êrişî şahiyê kir, 12 ciwan hatin kuştin, 12 hatin birîndarkirin ku rewşa hinekan ji wan giran e.

Serokê Şaredariya Salvatîerrayê German Cervantes êriş şermezar kir û got, “Dê dozger û hêzên ewlehiyê her tiştê pêwîst bikin.”

Li aliyê din, li eyaleta Guanajuatoyê îsal heta niha 3 hezar û 29 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst