Li Silêmaniyê bombebaran: Ciwanek hat kuştin

14-04-2024
Cihê bombebaranê / Wêne: Ji ber dîmenan
Cihê bombebaranê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Silêmanî Bombebaran Ciwan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Qaymeqamê navçeya Mawetê ya Silêmaniyê Kameran Hesen ragihand, li nêzîkî gundê Gelaleyê yê Mawetê ciwanekî ji ber bomebaranê canê xwe ji dest daye.

Endamê Rêxistina Tîma Aştiyê ya Kurdistan-Îraqê ya Amerîkayê (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re got:

“Ew kurê hatiye kuştin bi komek heval û malbata xwe re çûye xaniyê xwe.

Piştre heval û malbata wî vegeriyane Silêmaniyê û ew bi tenê li wî xaniyî maye."

Qaymeqam Kameran Hesen jî ji Rûdawê re diyar kir, ciwanek doh saet 23:00yan li nêzîkî gundê Gelaleyê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên Kameran Hesen dane, navê ciwanê hatiye kuştin Mihemed Seîd e û ew li mala xwe hatiye kuştin.

Kamêrên Hesen da zanîn, heta niha ew nizanin bê ka ew ciwan çawa hatiye kuştin lê ew guman dikin ku bi dronê hatibe kuştin.

“Ew ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatiye kuştin”

Kamêran Usman jî behsa kuştina Mihemed Seîd kir û wiha got:

“Mihemed Seîd û hevalên xwe û malbata xwe çûne mala xwe ya nêzîkî Gelaleyê.

Heval û malbata wî vegeriyane Silêmaniyê û ew li malê bi tenê maye.

Ew ji aliyê balafirên şer ê Tirkiyeyê ve hatiye kuştin.”

Kamêran Usman 21ê Sibatê ji Rûdawê re eşkere kiribû Tirkiyeyê û Îranê ji sala 1990î ve Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.

Ji ber wan bomberanên her du welatan nêzîkî 850 welatiyî hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî amarên ku Kameran Usman dane, Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye.  

Kameran Usman amarên êrişan jî wiha eşkere kirin:

- Hezar û 159 êriş bi balafirên şer hatine kirin

- 228 êriş bi dronan hatine kirin

- 114 topbaran hatine kirin

- Sê caran gule li xelkê hatine reşandin

- Du êriş bi mayînan hatine kirin

Li hêla din, amarên êrişan ên li gorî parêzgehan wiha ne:

- Hewlêr: 475 êriş

- Dihok: 517 êriş

- Silêmanî: 420 êriş

- Nînowa: 36 êriş

Tirkiyeyê 20ê Sibatê jî gundê Kafyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst