Hilbijartin îro ne: Namzedekî din hat kuştin

02-06-2024
Nîşan Meksîka Hilbijartin Namzed Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Pueblayê ya Meksîkayê namzedekî din ê serokatiya şaredariyê dema xebatên hilbijartinê dikirin bi çekê hat kuştin.

Namzedê serokatiya şaredariyê Jorge Huerta Cabrera dema li bajarê Izucar de Matamorosê yê eyaleta Pueblayê xebatên hilbijartinê dimeşandin rastî êrişekê hat.

Hinek kesên ku heta niha jî nasnameya wan ne diyar e bi çekê êrişî Jorge Huerta Cabrera kir û ew li cihê êrişê mir.

Hevjîna wî û alîkarekî wî jî di heman êrişê de birîndar bûn.

Jose Alfredo Cabrera Barrientosê ku namzedê serokatiya şaredariya bajarê Coyuca de Benitezê bû jî 30ê Gulanê hatibû kuştin.

Li Meksîkayê îro hilbijartinên serokatiya dewletê û hilbijartinên herêmî tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst