Namzedê serokatiya şaredariyê hat kuştin!

31-05-2024
Nîşan Meksîka Hilbijartin Namzed Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Guerreroyê ya Meksîkayê dema ku namzedê serokatiya şaredariyê xebatên hilbijartinan dikirin bi çekê hat kuştin.

Jose Alfredo Cabrera Barrientosê ku namzedê serokatiya şaredariya bajarê Coyuca de Benitezê bû ji bo propagandaya hilbijartinan li herêma Costa Grandeyê çû nav gel.

Dema Cabrera Barrientos silav dida xelkê rastî êrişeke bi çekê hat û di cih de mir.

Polîsan jî li cihê bûyerê êrişkar kuşt.

Li hêla din, kêliya ku Jose Alfredo Cabrera Barrientos tê kuştin ji aliyê kamerayan ve hat qeydkirin.

Li Meksîkayê 2yê Hezîranê hilbijartinên serokatiya dewletê û hilbijartinên herêmî tên kirin.

Li gorî amarên Data Civicayê ku rêxistineke civakî ya sivîl e, li Meksîkaya ji îlona par ve 30 siyasetmedar hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst