Li nexweşxaneyê bi sedan kes hatin kuştin: Li cîhanê kê çi got?

18-10-2023
Nîşan Xeze Êriş Îsraîl Nexweşxane Bertek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên herêmê û cîhanê bertekên tund nîşanî êrişa li Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê dan.

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Gelek welatên cîhanê û saziyên navdewletî bertek nîşanî vê êrişê da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî daxuyaniyek da û got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa li Xezeyê şermezar dike ku di encamê wê de piraniya wan jin û zarok herî kêm 500 kesî canê xwe ji dest daye.”

Pentagon

Pentagonê li ser vê êrişê got, “Em ji bo ku Hemasê ji holê rake pergalên ewlehiyê didin Îsraîlê. Ev yek nayê wê wateyê ku sivîlên bêguneh bên kuştin."

NY, UNICEF, UNFPA û RTC

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanî (RTC) êrişa Îsraîlê bi tundî şermezar kir.

Dîrektorê Giştî yê RTCyê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser platforma medyaya civakî Xê, derheqê êrişa li Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîstê de daxuyanî da.

Ghebreyesus wiha got, "Nûçeyên ewil, kuştin û birîndarbûna bi sedan însanî destnîşan dikin. Em bang dikin, sivîl û xizmetên tenduristiyê demildest bên parastin."

Bi heman awayî NY û UNICEFê jî êriş bi tundî şermezar kir û wan bang kir ku êrişên li hemberî sivîl û tesîsên tenduristiyê bên bidawîkirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê Martin Griffiths wiha got, "Bi sedan mirov hatin kuştin. Xeze rewşeke dijwar de ye. Pergalên tenduristiyê, av û hijyenê têk diçin. Rûmeta mirovan ji destên wan tê derxistin."

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî derbarê vê êrişê de peyamek parve kir.

Di peyamê de hat gotin ku "UNFPA êrişa li Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîstê ya li Xezeyê ya ku bû sedema mirina bi sedan kesî bi tundî şermezar dike."

Di peyamê de hat destnîşankirin ku divê dawî li êrişên li hemberî sivîlan û binesaziyên sivîlan bînin û hat gotin ku " Divê ti carî tesîsên tenduristiyê nebin hedef."

Daxuyaniya Konseya YEyê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel di daxuyaniya xwe de got, "Gelek mirî hene. Ji bo mirovên li wê derê dijîn rewşa dramatîk a li sehayê rastiyê nîşan dide."

Misir

Misrê ev êriş bi tundî şermezar kir û bangî Îsraîlê kir ku demildest dawî li "polîtîkayên xwe yên cezakirina komî" bîne.

Îran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî derheqê êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrişa Îsraîlê wekî "sûcekî şer ê wehşî" û "komkujî"yê wesifand.

Qeter

Qeterê jî êriş şermezar kir û êriş wekî "qetlîameke wehşî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî" wesifand.

Urdin

Urdinê daxuyand ku “Ew êrişa li Xezeyê bi tundî şermezar dikin û ew dixwazin, ji bo gelê Filistînê parastina navneteweyî were pêkanîn û şer demildest bi dawî bibe.

Lîbya

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya li Lîbyayê got, "Hedefgirtina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê sûcêkî xedar e û em vî sûcê ku hemû sînoran binpê dike şermezar dikin."

Pakistan

Pakistanê bi tundî Îsraîl şermezar kir û da zanîn ku êrişkirina nexweşxaneyeke ku tê de sivîl hene "li derveyî mirovahiyê ye û ne pêkan e ku bê parastin."

Tirkiye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bangî hemû mirovahiyê kir ku bikeve liv û tevgerê ku wehşeta ku li Xezeyê qewimî û di dîrokê de mînaka wê tuneye, rawestîne.

Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

"Lêxistina nexweşxaneyeke ku tê de jin, zarok û sivîlên beguneh hene mînaka herî dawî ya êrişên Îsraîlê ye ku ji nirxên mirovî yên bingehîn bêpar in.

Ez ji bo rawestandina vê wehşeta ku li Xezeyê qewimî û di dîrokê de mînaka wê tune bangî hemû mirovahiyê dikim ku tiştekî bikin."

Rûsya

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Medvedev got, "Li Xeta Xezeyê êrişa erjeng a ser nexweşxaneyekê bi awayekî eşkere sûcê şer e."

Yekîtiya Afrîkayê

Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Mihemed jî li ser êrişê got:

"Îsraîlê nexweşxaneya li Xezeyê bombe kir û bi sedan mirov kuştin, ev sûcê mirovahiyê ye. Civaka navneteweyî divê tevgerekê nîşan bide."

Erebistana Siûdî

Erebistana Siûdî li ser êrişa li Xezeyê ev daxuyanî da:

“Ji hêla Îsraîlê ve bombebarankirina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Cezayîr

Cezayîrê diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê "bihemdî" ye û êriş şermezar kir.

Urdinê lûtkeya çaralî betal kir

Li aliyê din, Urdinê lûtkeya çaralî ya dihat plankirin ku li paytext Emanê di navbera Qral Ebdulah, Bîden, Sîsî û Ebas de bê kirin, betal kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst